Civak

Serok di cejnê de li eniya şer bû

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê serdana mîhwera Şeş ya li Mexmûrê kir û serpereştiya civîneke hevbeş ya Fermandeyên hêzên Pêşmerge û Hevpeymanan û hêzên artêşa Iraqê kir.Li vê civînê de ku Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fermandeyê Yekîneya 70 û Berpirsên Yekîneya 80 û Fermandeyên Meydaniyên Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan û Fermandeyê Operasyonên Nînowa li artêşa Iraqê û Fermandeyên Heşda Niştîmanî amade bûn, Serok Barzanî li gotarek da bi helkefta cejna Remezana pîroz ve bi germî pîrozbahiyê li Fermande û Pêşmergeyan û amadebûyên civînê kir û ragihand ku ji bo nîşandana hevxemiya li gel malbatên serbilindên şehîdan, bi helkefta cejnê ve hîç rêwresmek nehatiye rêkxistin û bi pêwîstî zaniye li şûna hemû Pêşmerge û malên Şehîdan, serdana vê mîhwera hêzên Pêşmerge bike û ji vir ve pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman bike.131123734250815642Serok Barzanî her wiha ragihand ku hatina wî ya vê mîhwerê ji ber ewe bû ku li vir hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymanan pêkvene heta peyamek bidin hemû cîhanê ku em bi pêkve beranber dijminekî hevbeş rawestayîn ku dijminê hemû mirovayetiyê ye û bi hêviya xwedê serkeftineke mezin bi dest tînîn û terorîstan têkdişkînîn. Her wiha amadebûna nûnerên beşê herî zêdeyê mîhweran û Lîwayên Wezareta Pêşmerge û Fermandeyên Yekîneyên 70 û 80 belgeya tebayî û yekrêziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û yekrêziya hêzên Pêşmerge û têkelbûna xwîna Pêşmergeyên me li sengera bergiriyê da bingeha yekrêziya gelê meye.Her li vê civînê de ku li keş û hewayekî birayane da birêveçû, behsa amadekariyên azadkirina Musilê kirin û piştrastiyê li ser hevkarî û hemahengiya aliyan kirin.

Back to top button