Sosyaldemoqratê Norwejî piştgirîya Serxwebûna Kurdistanê dike
Jan Bøhler serokê DNA-Den Norske Arbeiderparti (Partîya karkerên Norwej) yê bajarê Oslo piştgirîya Serxwebûna Kurdistanê dike.DNA bi siyaset û programa xwe, partîyek Sosyal demokrat e, û herwiha endamê Sosyalist Enternasyonalê ye.DNA partîyek ku di dirêjahîya dîroka Norwej de, postê hukumeta Norwej birêvebirîye û îro jî partîya herî mezin a di parlamentoya Norwej de.Jan Bøhler (1952) ji sala 2004 de serokê Partîya Karkerên Norwej yê bajarê Oslo ye. Di heman wext de, Jan Bøhler ji sala 2005 de endamê parlamentoya Norwejê ye.Jan Bøhler di hevpeyvîna xwe ya bi Kurdistan TV re, piştgirîya xwe da xûyakirin bo xebata milletê Kurd û di hevpeyvîna xwe de wisa got: ‘’Ez, mîna merivekî sosyal demokrat nikarim bê deng bimînim li hember niheqîya dîrokî ya li dij îradeya gelên Kurdistanê.Niheqî û êrişên li dijî Kurdistanê îro ji berdewamin.Di van salên dawî de, DAIṢ êrişên hovane li dij hemî xelkê Kurdistanê dike.Pêwiste welatê min di warê mirovahî, leşkerî û sîyasî de alîkarîya Hikumeta herêma Kurdistanê bike.’’Wekî tê zanîn Norwej yek ji endamê peymana navnetewî ya li dij DAIṢê ye.Di berdewamîya gotara xwe de Jan Bøhler dibêje:‘’Kurd bi hejmara xwe milletê herî mezin yên ku li cîhanê ne xwedîye dewleta xwe ne.Xebata milletê Kurd ji bo azadî û demokrasîyê û bi dest xistina mafê xwe yê netewî, mafê milletê Kurd yê rewa ye. Xebata pêşmerge li dijî DAIṢê, xebateke ji bo me ye jî, xebatek ji bo welatên demokrat û cîhana pêşverû ye.Pêwiste em jî alîkarîya milletê Kurd bikin, ji bona kû xebata aşti, azadî û demokrasîyê li Kurdistanê û li vê herêmê bihêztir bibê.Ez pistgiriyê li xebata milletê Kurd ku dixwaze li ser xaka xwe dewleta xwe damezrîne dikim. Lewra, xebata ji bo bicîhanîna demokrasîyê li Rojhilata navîn, bi piştgiriya avakirina dewleta Kurd ve girêdayî ye. Bera neyê jibîr kirin damizrandina dewleta Kurd a serbixwe mafê xelkê Kurdistanê ye. Di vê çarçewê de divê demokrat û heqnasên Cîhanê bi yek dengî piştgiriya Kurd a bikin.28.08.2015,Nivîs û werger:Rodi Ilgen