Nivîsar

Sosretên kesnedîtî hêj pir in

Di van du-sê rojên bihurî de li Medyaya Tirkiyê (ku çavkanî wek kovara Aksiyonê hatiye nîşandan) hatiye ragîhandin ku di sdalên 1937-40î de rûpelên Qurana Pîroz dikirin kîsikê beqal û çeqalan û tê de şekirok û mekirok hatine firotine. Lê belê negotine ka kê ew tişt kiriye, kê daye kirin, çima û bo çi ew heqaret li Qurana Pîrooz hatiye kirin!?

Li gorî gotinan, 70 sal berê dema ku tîpên erebî hatine qedexekirin, ji ber ku Quran jî bi tîpên erebî ye, gelek hejmarên Quranê di enbaran de mane û piştre wan bi kêluyan firotine yekî qaşo nebisilman. Ew kes jî rabûye rûpelên Quranê kirine kîsik û lûlik, hêdî hêdî firotine beqal û çeqalan.

Hêjaye bêgotin ku roja Yekê Kanûna Paşî 1928, Rejîma Kemalîzmê tîpên erebî bi navê “Zagona Şoreşê” qedexe kiriye. Li gor wê zagonê pirtûk û tiştên wisa bi tîpên erebî êdî nayên çapkirin û yên heyî jî dê bêtin tunekirin.

Qurana pîroz jî li gor vê zagonê hatiye qedexekirin û banga şerîf jî bi tirkî hatiye bangdan.

Gelo ma Kemalîzmê tenê ev sosret kiriye? Helbet na. Tenê li virê du mînakên hovane  didim:

1-         Gundê Eynberan: Ev gund li quntara çiyayê Reşan dimîne û li pêşber parêzgeha Sêrtê ye. Gorbihişt Hecî Sadiq di 1074-75an de weha gote min: “Min li Eynberanê dixwend. Rojekê hevalekî me derket ser banê mizgeftê û banga nîvro da. Di nîvê bangê de cendirmeyan dor li mizgeftê girtin û destên me tev di gel seydayê me bi werîs bi hevûdu ve girêdan. Çiqas pirtûkên me yên dersê û Quran hebûn, kom kirin. Hespên xwe birin nava mizgeftê û cihar dan serê wan. Hespan li ser cilikên mizgeftê rêx û mîz kirin. Piştre em birin Sêrtê, berhemên sûc jî ew pirtûk û Quran bun. Çend roj em hatin îşkence kirin…”

 
2-         Gundê Axtepe: Neviyekî Şêx Evdirehmanê Axtepî bi navê Şêx Şafiî weha gote min: “Rîspiyên me gotine min: Sal 1938-39 bû, cendirme avêtin ser mizgefta Şêx Evdirehman û pêşî ketin nava pirtûkên wî. Di nava wan de yên ku zanibûn pirtûkan bixwînin hebûn. Jımareke mezin pirtûkên olî û yên kurdî ji navê derxistin û birin navrasta gund cihê bêderan, gundiyan jî hanîn û li dorê kom kirin. Piştre agir berdanê û çepik lê dixistin. Wan çepik bi gundiyan jî dida lêxistin…”

Eger lêkolîneke berfireh bête kirin, bi sedan, bi hezaran dê wehşet û hovîtiya Kemalîzmê yên wisa derkevin holê.

Baş e, pirseke weha tê hişê mirov: Gelo li welatekî Filehan hatiye bihîztin ku lîderê welêt Incil qedexe kiriye û daye şewitandin?

Li welatekî din ên xwediyê van pirtûkên asîmanî, kesî bihîztiye ku Tewrad û Zebûr hatine qedexekirin û şewitandin?

Kîsikekî beqalan ku ji rûpelên Quranê hatiye çêkirin

 

Helbet nehatine bihîztin û nehatine qedexekirin. Ji ber ku lîderê wan welatan ji miletê wan welatan bûne. Lê belê Mistefa Kemal ji ber ku ne ji miletê Tirk bûye, ne ji ola îslamê bûye û ne jî azbat jê re hebûye, van sosretan kiriye. Di ser de jî xwe ji bo Tirkan kiriye Tirkbapîr.

 

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button