Şoreşa Îlonê hişyarya neteweyî bilind kir

Bersiva pirsa Rojevakurd:
(Beriya şoreşa Îlonê a sala 1961ê, di dîroka xebata tevgera rizgarîxaza Kurdistanê de gelek serhildan û şoreşan serî hildaye, gelo moqayîse digel wan şoreş û serhildanan tu şoreşa Îlonê a sala 1961ê bi seroktiya Barzanî yê nemir çewa dinirxînî?)

Li berahyê destxoşyê li vî karê bi nirx dikim ku hûn ji bo yobiluma zêrîn, wate 50 saliya jidayîkbûna şoreşa Îlonê dikin.  Di çerxê bîstê da  ew îmkanên ku niha ji bo informasyonê heyîn, hîngê nebûn û ji ber hindê gelek aliyên xweragirya gelê kurd veşartî mane û pêwîste niha em bi giringî li ser wan aliyan rawestîn.

Giringe em dîrokê mîna  neynikekê bikarbînîn da  berê xwe bideyn paş û  rewşa xwe ya niho bibînîn û ji bo karê pêşerojê mifay jê werbigrîn. Her xebateka Kurda kir be  bêgoman ji daykboya rewşa taybetî ya wextê xwe bû ye û ji ber hindê giringe ev rastye li bîra me be. Min nivîsek taybetî bo vê bîrhatina giring amade kirye û ji ber hindê ez dê bi kurtî bersiva hewe bidem bi hêviya hindê ku rewşa nû û destkeftên me yên millî li herêma Kurdsitanê derfetek taze  û herweha pêwîstyek taze afirandiye ku em bikarîn mêtodê karê xwe li gor pêwîstyên vê qobaxê amade bikin.

Bi dîtina min çend xalên giring hene ku taybetmendin bi şoreşa Îlonê ve:

1.       Şoreşek sertaserî  bo li başurê Kurdistanê  ku, hemî tex u cînên civatêr têda beşdar bûn.
2.       Kurd ji parçênn din yên Kurdsitanê beşdar bûn û morkek neteweyî baş bi şoreşê ve diyar bû.
3.       Serokê wê Mistefa Barzanî  serokekê bêy monaszie bo we karîzmayek taybet ya xwe hebû wek lîder ku cihê rêza milletê kurd bû.
4.       Di hemî wextê şoreşê da  deverên azadkirî  hebûn.
5.       Şoreşê  dezgehên xwe yên xweser hebûn kul i deverên di bin desthilata şoreşê de otonomîyek di  praktîk da piyade dikir.
6.       Dezgehên wê yên desthilatdaryê hebûn wek meclisa yasayî, meclisa birêvebirnê. Di saya şoreşê da sîstemekê xandinê ya sertaserî li deverên di     bin     kontrola Kurdan da hebû.
7.       Sîstemekê dadweryê hebû bo çareserkirina kêşeyên yasayî.
8.       Tevî hindê ku wê demê cîhaneke du serî hebû jî, lê peywendiyên şoreşê digel  dewletan derve hebûn.
9.       Bi riya KSSE (Komela Xwendekanên Kurd li Ewropa) gelek dost peyda bûn bo şoresa Kurdistanê.
10.    Serokatiya şoreşê bi xebatek  jîr karî bo cara êkem manîfêsta 11ê darê li sala 1970ê digel hikumeta Bexda îmza bike û hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar bike ku îtîrafê bi mafên otonomî bike. Evê rêkeftinnamê bingehek  dîrokî dana bû statusa başurê Kurdistanê.
11. Yek ji sîfatên bilind yên Barzanyê nemir wek serokê şoreşê  ew bû ku,  serokatya Îraqê mecbor dikir ew bihên bo Kurdistanê û danustandina bikin.
12.   Di sayay wan 4 salên deselatdarya otonomyê (1970-1974) de, ziman û literatura kurdî bizavek berçav dît û gelek pêşkeft.
13.   Berî şoreşa Îlonê kurd bi zehmet dihatin niyasîn. Şoreşa Îlonê pêngavek mezin di nasandina miletê kurd da avêt. Tirsa ku rijêmên Kurdistan dagîr kirî xistibu nav kurda hate şkandin bi rengek berfireh.
14.   Hişyarya neteweyî bilind bû.
15.   Netewên din jî ku li gel kurdan dijîn di şoreşê de beşdar bûn u vê beşdaryê sîmbolîzmeka taybet bixwe hebû.
16.   Diruşmê demokrasî bo Îraqê bi fermî hate bilind kirin û ev rastye hate xuya kirin ku bêy demokrasyê mafên kurdistanyan jî nahêne standin.
 
Wextê hindê hatiye em  şoreşa Îlonê ji hemî aliyan ve dokumênt bikin û ev kare bibe karê fakultêtên dîrokî bo hindê hemî aliyên şoreşa Îlonê we şoreşên din bêxine ber dest .

Mixabin heta nuke jî me wextê behsa dîroka xwe dikin em pêtir baweryê bi çavkanitên biyanya didin ji ber nebûna  berhemên xomalî.
Şoreşek zanistî  di hemî waran da pêwîste nemaze di pirsa dokumêntkirna soreşên Kurdistanê da.

 

Taha Berwarî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: