Polîtîk

Siyastmedarê Kurd bi”tohmeta paropagandeya PKKê” hate cezakirin

Ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5. Ya Diyarbekirê ve ji bo siyasetmedar û Parêzer Îbrahîm Guçlu bi tometa ku bangeşeya PKKê kiriye cezayê zindanê hat birrîn. Di runiştina dozê de Îbrahîm Guçlu di parastina xwe de got: “Ez ji sala 1967an ve doza azadiya miletê Kurd dimeşînim û ev ji bo min serbilindî ye û ji ber vê di girtîgehê de mame û rastî nefîbûnê hatime. Hûn dikarin ji ber daxwaza azadiya Kurdistanê dozê li min bidin vekirin, lê eger bi tometa bangeşeya PKKê hûn min tawanbar bikin, ev yek ji bo min cihê şermê ye. PKK rêxistina dewletê ye û niha bi dewletê re kar dike û ji ber ku em dijî PKKê ne hûn dixwazin me têk bibin û ji ber wê van dozan didin vekirin.”

Îbrahîm Guçlu herweha da zanîn ku hesabê wî yê medyaya civakî ji aliyê hinek kesan ve hatibû dizîn û di wê demê de kesên ku hesabê wî dizîbûn li ser navê wî parvekirinên wisa kiribûn ku hem bangeşeya PKKê tê de hebû û hem jî Îbrahîm Guçlu ji ber dijberiya xwe ya PKKê rexne li xwe dikir.

Îbrahîm Guçlu dibêje ku dadgehê jî ew parvekirin wek firsendekê dîtine û demlidest doz li wî vekiriye. Îbrahîm Guçlu dibêje ku dadgeh baş dizane ku ew parvekirin ne ji aliyê wî ve hatine kirin lê li gel vê yekê dîsa jî 1 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hatiye birîn.

Guclu siyasetmedarek li Kurdistanê nas e û herweha ew yek ji wan kesayetaye ku, her demî bi tundî PKK rexnekiriye û hewldaye ku rastiya PKKê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Lê mixabin gelek cara dadgehên Tirkiye bi zanebûn hinek kesayetên kurd ku,li dijê PKKê xwedî helwestin bi tohmeta hevalbendî yan jî propagandeya PKKê ceza dike. Ev yek gelek bi zanebûn ji aliyê zihniyeta dadweriya Tirki ve tê kirin. Armanc ewe ku hem ji aliyekî rexnekirin û eşkerekirina siyaseta PKKê dewletê re veşêrin û hem jî siyasetmedarên li himber PKKê bê deng bikin.

Ji xwe li bakurê Kurdistanê ew siyasetmedar û kesayetên vekirî PKKê rexne dikin û hewldidin rastiya PKKê ji xelkê Kurdistanê re bêjin hêjmara wan bi tiliyên destane.

Back to top button