Siyasetmedara Fransî Marielle de Sarnez koça dawî kir

Siyasetmedara Fransî û dosta Kurdan Marielle de Sarnez koça dawî kir. Nêçîrvan Barzanî li ser koça wê peyamek belav kir.

Siyasetmedara Fransî û berpirsa Berpirsa Lijneya Peywendiyên Derve ya Komeleya Niştimanî ya Fransayê Marielle de Sarnez duhî li Parîsê koça dawî kir.

Marielle de Sarnez di 27 Adara 1951 de li Parîsê jidayîk bûye û di malbateke nêzîkî saziyên siyasî yên Fransayê de mezin bûye.

Dema xwendekar bû, xwepêşandanên Adara 1968an a xwendekarên Fransayê birêve çû û piştre Marielle de Sarnez dev ji xwendinê berda û li pey karên taybet geriya heta 1973an û car din vegeriya nav cîhana siyasetê û beşdarî Tevgera Komarîxwazên Serbixwe bû û bû sekretera ciwanên wê tevgerê.

Ji sala 2004an heta 2007an, endama Parlamentoya Ewropayê bû. Herwiha bû Cîgira Serokê Hevpeymaniya Lîberal û Demokratan ji bo Ewropayê û endama Lijneya Kultur û Rewşenbîr û Xwendinê ya Parlamentoya Ewropayê bû.

Di sala 2017an de beşdarî hilbijartinên giştî yên Fransayê bû û li Parîsê kursiyek bi dest xist. Herwiha ji sala 2017an ve Seroka Lijneta Karûbarên Derve yên Komeleya Niştimanî ya Fransayê bû heta koça dawî kir.

Ji bilî ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ligel rayedarên payebilind ên Herêmê civiyaye, di 31 Gulana 2019an de serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û bi berpirsên wir re jî hevdîtin kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de sersaxî arasteyî malbat û heval û dostên Marielle de Sarnez kiriye û hevxemiya xwe bo koça dawî ya wê dosta kurdan aniye ziman.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: