DosyaRojev

Nakokiya nû ya Îran û Amerîkayê:Betalyona Kurdî ya Qaideyê

Du roj berî niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo zanyarî derbarê sê serkirdeyên Kurd ên Betalyona Qaideyê de belav kir û herwiha diyar kir, Îran rêxistinên ser bi Qaideyê vedihewîne.

Gotinên Mike Pompeo di demekê de ye, ku kêmtir ji heftiyekê ji temenê îdareya Donald Trump li Koşka Spî maye û beşek ji şarezayên siyasî dibêjin, armanca li pişt daxuyaniya nû ya Pompeo ev e ku karê îdareya Biden di dema danûstandina li gel Îranê de dijwar bikin.

Ew betalyona Kurdî ya di nav rêxistina Qaideyê de nêzîkî 15 salane ku hatiye damezrandin û ji wê demê ve bîet dane Qaideyê û kar û çalakiyên xwe di jêr serpireştiya wê rêxistinê de kirine.

Betalyona Kurdî ya Qaîdeyê kengê û çawan hat damezrandin?

Di sala 2003an de Amerîkayê li navçeya Hewramanê ya li Başûrê Kurdistanê êrişî ser Ensar El Îslam kir, di êrişan de hejmareke zêde ji endamên wê rêxistinê hatin kuştin. Jason Blazakis, rêveberê berê yê navenda dije terorîzmê li Amerîkayê dibêje: Beşek ji endamên Ensar El Îslamê ku ji êrişên Amerîkayê rizgar bûn, têkilî bi rêxistina Qaideyê kirin û betalyoneke Kurdî ava kirin.

Ew betalyon di sala 2007an de wate berî avabûna DAIŞê hatiye damezrandin, wê demê pirsgirêkên tayifî li başûrê Iraqê gelek zêde bûn û di kupîtekê de bûn. Li gel ku Betalyona Kurdî ya Qaideyê û DAIŞê herduyan daxwaza damezrandina dewleteke îslamî dikirin, lê belê li gel hev kok nebûn û hewla jinavbirina hevdu didan. Sala 2014ê Betalyona Kurdî ya Qaideyê derbarê DAIŞê de ragihand: Ti tiştek di navbera me de nîne, ya di navbera me şûr e, DAIŞ weke parçeyeke zêde li ser laşê Qaideyê derketiye ku pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye, bi alîkariya Xwedê.

Çekdarên Ensar el Îslam li Başûrê Kurdistanê – 2002

Pirsgirêkên wan herdu grûpan demekê dest pê kir, ku rêxistina DAIŞê di sala 2013an de li Sûriyê êrişî Eniya Nusre kir, Eniya Nusre çend mehan piştî avabûnê pêwendî bi rêxistina Qaideyê kir, bi vê yekê jî Betalyona Kurdî ya Qaideyê bêtir nêzîkî Eniya Nusre bû heya DAIŞê.

Pêştir di sala 2012an de Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke derbarê wê grûpê de amaje bi wê yekê dabû, ku Betalyona Kurdî ya Qaideyê di sala 2007an de ji aliyê endamên Kurd ên Qaideyê ve hatiye damezrandin, û serkirdeyên wê wiha dibînin ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê xayîn in. Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: Li Başûrê Kurdistanê kiryarên terorîstî pêk anîne û li Iraqê Kurd kirine armanc.

Êrişên Betalyona Kurdî ya Qaideyê li Herêma Kurdistanê

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya sala 2012 de, amaje bi beşek ji êrişên rêxistina Qaideyê li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê berpirsyariya wê dixe stuyê wê betalyona Qaideyê.

Sala 2007an li pêşiya avahiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê teqînek çê bû ku bû sedema can ji dest dana 19 kesan. Wezareta Derve ya Amerîkayê berpirsyariya wê teqînê xiste stuyê Betalyona Kurdî ya Qaideyê.Rahênan çekdarên Ensar el Îslam (Wêne: Kenala Telegram a Ensar el Îslam)

Her di heman sale de êrişeke çekdarî de bo ser hêzên asayişê û pasevanên sînor li Pêncwênê, 7 pasevanên sînor û karmendekî Asayişê şehîd bûn, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Betalyona Kurdî ya Qaideyê bi encamdana wê êrişê jî tometbar kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, kiryareke din a Betalyona Kurdî ya Qaideyê li Herêma Kurdistanê, teqîna Îlona 2010an li Silêmaniyê ye, ku bû sedema birîndarbûna du karmendên polîs.

Pompeo: Îran ji DAIŞê re bûye Efxanistan

Amerîkayê navê sê kesên Kurd xiste nav lîsteya terorê û Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo jî ew kes weke serkirdeyên “Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê” bi nav kir û ragihand, ew sê kes li ser sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dikin.

Mike Pompeo navê wan sê kesan aşkere kir û da xuyakirin: “Polînkirina Îsmaîl Fuad Resûl Ehmed, Fuad Ehmed Nûrî Elşexan û Nîmet Heme Rehîm Heme Şerîf, wek serkirdeyên Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê radigihînim ku grûpeke ser bi Qaideyê ve ye û li sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dike.”

Roja Sêşemê 12ê Çileya 2021an, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bêyî ku ti belgeyeke bihêz nîşan bide, di daxuyaniyekê de ragihand, “Îran bûye baregeha nû ya Qaideyê”. Pompeo herwiha Îran bi wê yekê tometbar kir, ku destê wê di êrişên 11ê Îlonê de yên bo ser herdu burcên bazirganî li New Yorkê hebûye.

Mike Pompeo herwiha diyar kir, dema 30 salan e, pêwendî di navbera Îran û Qaideyê de heye û di bûyerên 11 Îlonê de, Îranê bi rêya rahênankirin bi endamên wê rêkxistinê, alîkariya rêkxistina Osame Bin Ladin kiriye.Xula fêrbûna Şerîetê ji aliyê muhacirên Ehlê Sunne ya Îranê (Wêne: Kenala Telegramê ya muhacirên Ehlê Sunne)

Pompeo got: “Îranê pere û passport dane berpirsên Qaideyê û Qaide jî kar ji bo parastina Îranê dike.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha Îran bi Efxanistana nû bo Qaideyê bi nav kir.

Kêmtir ji heftiyekê ji temenê îdareya Donald Trump, Serokê Amerîkayê maye. Joe Biden Serokê Amerîkayê yê hilbijartî pêştir gotibû, dema ew biçe Koşka Spî dê danûstandinan li gel Îranê dest pê bike û dê hewl bide rêkeftina atomî ya sala 2015 zindî bike, ku Trump di sala 2018an de jê vekişiyabû.

Beşek ji şarezayên siyasî wiha dibînin ku îdareya Trump hewlên ji bo vegera bo nav rêkeftina atomî zehmet û dijwartir dike. Mela Hesen Wajî, şarezayê tevgerên cîhadî derbarê aşkerekirina wan zanyariyan ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve di wê dema niha de dibêje: Zanyariyên Pompeo ne nû ne. Ew dizane ku Îran beşek bûye ji xêzkirina plana bûyerên 11ê Îlonê, Pompeo bi vî karê xwe erkê Joe Biden, Serokê Amerîkayê yê hilbijartî û demokratan di dema danûstandinên li gel Îranê de dijwartir dike.

Zerîf: Tekez em li gel Talibanê kar dikin

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di hevpeyvînekê de li gel telvîzyona Toloo News a Efxanistanê ku roja 21ê Kanûna 2020an hatiye encamdan, derbarê pêwnediyên Îranê li gel Talibanê dibêje: Ji ber ku Taliban li navçeyên sînorî yên Îran û Efxanistanê hene, tekez me neçar in bi wan re kar bikin.

Pêwendiyên navbera Îran û Talibanê di dawiya sedsala 20an de gelek aloz bûn, di sala 1998an de piştî ku Talibanê bajarê Mezar Şerîf li bakurê Efxanistanê kontrol kir, çekdarên wê êrişî Konsulxaneya Îranê kirin û heşt dîplomatên Îranî kuştin.

Wezîrê Derve yê Îranê derbarê wê êrişa Talibanê de got: Em ne wan efû dikin, ne jî ji bîr dikin, lê dewleta Îranê wê demê biryara tolhildanê neda, çimku şerekî bi vî awayî zirar digihand xelkê Efxanistanê.

Fermandarê hêzên çekdar ên Efxanistanê di sala 2017an de ragihandibû, Îran çekan dide Talibanê, rahênanê bi wan dike û birîndarên wan derman dike. Mihemed Cewad Zerîf wna gotinan red dike û dibêje: Me gotûbêjên cidî hene li gel Talibanê û ez bi xwe li Tehranê li gel Mela Birader (yek ji damezrênerên Tevgera Talibanê) hevdîtin kiriye.

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha bangeşeya wê yekê dike, ku Amerîkayê jî bi Talibanê re pêwendî hebûye, berî danûstandinên aştiyê yên li Duha ya paytexta Qeterê.Çekdarên Ensar el Îslam (Wêne: Kenala Telegramê ya wê grûpê)

Di Mijara 2020an de jî rojanameya New York Times belav kiribû, Ebû Mihemed Misrî ku ser bi Qaideyê ve bû û bi wê yekê dihat tometbarkirin ku di êrişên bo ser du balyozxaneyên Amerîkayê yên li Afrîqayê de alîkarî kiriye, di operasyonekê de ji aliyê Îsraîlê ve li nav Îranê hatiye kuştin.

Îranê wê demê ew raport red kir û ragihand, ti “terorîsteke Qaideyê” li axa wê tune ye.

Mike Pompeo derbarê kuştina Ebû Mihemed Misrî de ragihand, cara yekem e ku ew radigihîne, Misrî di 7ê Tebaxa 2020an de hatiye kuştin û tekez kir, çûna wî bo Îranê “cihê matmayînê nîne.”

Wezareta Derve ya Îranê veneşartiye ku endamên Talîbanê li Îranê hene, lê li gel wê jî red dikin ku “li navxweya Îranê binke û baregehên wan hebin” û dibêjin, “Ti znayariyeke me derbarê Komîteya Zahêdan nîne” ku komîteyeke ser bi Talîbanê ve ye.

Derbarê peywendiyên di navbera Îran û rêxistina Qaîdê de Mela Hesen dibêje, “Xalên hevbeş hene di navbera Komara Îslamî û Qaîdê. Wan di avakirina Dewleta Îslamî de yek armanc heye. Herwiha Îran siyaseta Machivelli peywer dike, li gor wan bi navê armancên xwe her amrazekî bikar bînin. Rast e li cihekî li dijî Qaîdê ne, lê babetên giştî, wek rawestiyana li dijî rojava û dijî wê desthilata ku hewêyekî netewî hene yek armanca wan heye. Ji ber wê yekê xalên wan ên hevbeş zêde ne li gel Qaîdê.”Rahênana çekdarên Ensar el Îsalam (Wêne: Kenala Telegramê ya wê grûpê)

Li gor wî pisporê rêxistinên cîhadî Îran wan grûpên tundrew ên li Îranê bikar tîne û dibêje, “Berî destpêkirina şerê Sûriyê, ew ji Başûrê Kurdistanê ve çûn Îranê, Komara Îslamî ew hemû zindanî kirin. Lê piştî raperîna gelên Sûriyê, hemû ji zindanê azad kirin ku şer bi avrêyeke din bibe, ji bo armanca xwe li Sûriyê. Ji ber ku Îranê dixwast terorîzmê li Sûriyê pêk bîne bo ku hincet hebe bo şerkirina li Sûriyê û ji wê armancê jî heta astekî serkeftî bû.”

Destpêka karê Ensar el Îslam li Îranê

Muxtar Hoşmend, lêkolîner û pisporê karên grûpên cîhadî amaje bi wê dike, bi hebûna peywendiya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û grûpên cîhadî yên ser bi rêxistina Qaîdê ve kir.

Ew lêkolîner derbarê destpêkirina kar û çalakiyên Ensar el Îslam li Îranê dibêje, hebûna endamên Qaîdê li Îranê vedigere bo sala 2003an û koçkirina endamên Ensar el Îslam bo Rojhilatê Kurdistanê. Sala 2005an ve li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwe birêxistin kir. Ji 2005an ta 2008an wek salên zêrîne bo vê grûpê tên binavkirin li Rojhilatê Kurdistanê. Di bin navê Ketayîbî Kurdistan û Ketaîbên Ehlê Sunne xwe bi rêkxistin. Piraniya grûpan baweriya wan ew bû ku nabe ew li dijî Îranê çalakiyan encamp bidin. Lê beşeke din ji wan grûpan di wê baweriyê de bûn ku divê li dijî Îranê çalakiyan bikin. Lewma Îranê sînor ji bo beşek ji wan cîhadiyan danî û desteser kirin.

https://embed.kwikmotion.com/Embed/lf82e5WFLx2gAL18Kd6YNg?responsive=1

Navçeyên Kirmaşan, Ciwanro û Pawe, cihên bi hev gihiştian Kurdên Şîe, Sunne û Yarsanê ye. Mela Hesen jî dibêje, “Li wê navçeyê hejmara selefiyetiya cîhadî ya qîtalî zêdetir e, ji ber ku Îranê bi qestî li wan navçeyan derfet daye wan.”

Li gor gotina Mela Hesen Wajî, “Îran dixwaze wan grûpan gelek bi xirabî bi ser Kurdan de bikişîne, mebesta wê ew e pirsgirêk ji bo Kurdan çê bike. Ji wî karî jî çend armancên wê hene: Yekem ew e ku rûniştvanên zîncîre çiyayê Zagros bibire wek Kirmaşan û Îlamê. Ji ber ku li wê navçeyê çavkaniyên petrolê hene. Ji bo ku Kurd şerê zarawa û ayînî bikin, Kurdan ji hev bibire û hinek din Kurdan biçûktir bike. Herwiha ew dixwazin şerê Yarsaniyan çê bikin, ji bo ku rewşekê çê bikin Kurd nekarin jê derkevin.”

Jêder: Rûdaw

Back to top button