Civak

Siyaseta sivîl pişgiriyê dibîne

 
Li Amedê li “Konê Çareseriya Demokratîk” ku li Parqa Koşuyoluyê hate vedan “Nimêja înê ya sivîl” hate kirin. Berî nimêjê, Serokê Giştî yê Komeleya Karsaz û Pişesazên Başurê Rojhilat (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, Odeya Pişe û Bazirganiyê (DTSO), Komeleya Karsaz û Pişesazên Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Karsaz û Pişesazên Mustakîl ên Amedê, Odeya Dermanfiroşên Amedê, Odeya Mermerciyan û Komeleya Hewildanên Genç kon ziyaret kirin. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Amedê Mehmet Alî Aydin ji ber ziyaretê keyfxweşiya xwe anî ziman û spasî ji kesên hatin ziyaretê kirin.

Pişt re Serokê Giştî yê Komeleya Karsaz û Pişesazên Başurê Rojhilat (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu jî diyar kir ku wan berê jî di got ku şîdet ji bo maf lêgerîn rêbaz nîn e û wiha got: “Ji ber vê yekê em difikirin ku daxwaza mafan bi riyên demokratîk bê ziman. Em li dijî hemû pêşveçûnên pêşiya siyaseta sivîl û demokrasiyê digirin in. Ji ber vê yekê ev çalakiyên sivîl di siyaseta kurd de pêşveçûnekî gelek girîng in. Ev van çalakiyan girîng dibînin û piştgiriyê didinê”

Bedîrhanoglu, anî ziman ku wan berê jî digot bendava hilbijartin a ji sedî 10 li dijî demokrasiyê ye û divê bê rakirin. Bedîrhanoglu, wiha axivî: “Hêj kesên hatin hilbijartin girtî ne. Ev yek pêşiya demokrasiyê digire. Ji ber vê yekê ev daxwaz di cih de ye. Ligel bêçalakiyê dîsa operasyon bi dawî nebûn. Ev yek çalakî û hewildanên provakatîf bûn. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafekî exlaqî ye”

Piştî ziyaretê Serokê Rêxistina BDP’ê ya Amedê û serokên navçeyan û gelek kesên din li ber konê “Nimêja Înê ya Sivîl” kirin. Bi sedan welatiyên li ber kon bi rengê xwe nimêj kirin û her wiha mela jî bi kurdî xudbe xwend. Jinan jî di kon de nimêj kirin. Piştî nimêjê girse ber bi taxa 5 Nîsanê ve meşiyan.

Nûçe: Hawarnet

Back to top button