Rewşa PKKê çiye? Rojane medya Tirkî û wezareta bergiriya Tirkiye behsa hêjmara kesên ku ji navdibin dike. Ji aliyek din ve dixweyê media PKKê ji bo morale bide havalên xwe nûçeyan belav dikin. Ew jî di nûçeyên xwe de behsa ku çend ji artêşa Tirkiye navbirine dikin. Li bakur rasyiyek heye ku, hêdî çekdarên PKKê wek berê nikarin tevbigerin, koardinasyon di nava grubên çekdar de hema bêje nemaye. Rojane di nava wan de hinek agahdariyê didin hêzên ewlehiya Tirkiye û cihê grubên heyî tê tesbit kirin. Di vê dema dawî de nava bakurê Kurdistanê de ji şerekî behtir operasyonên ji navbirina çekdarên PKKê têne kirin.

PKK heta ku kariye xwe daye ser sinorê bakur û başûrê Kurdistanê, ji ber êrîşên Tirkiye rewşa deverên sinor bi temamî têkçûye, çekdarên PKKê xwe ji baregehên xwe didin aliyekî dikevin nava gundan û ev yek jî dibe sedemek mezin ku Tirkiye deverê bombebaran dike. Li başûr hevalbendên PKKê kêm bûne û hinek partiyên ku berê pişgiriya PKKê dikiran niha bê deng mane, ji ber ku pêwendiya wan li gel PKKê zererek mezin daye nava wan bi xwe jî.

Êrîşa PKKê ya li Hewlêr dibe xalek bingehîn ku PKK li başûr gelekî tengav bibe. Ji aliyek din ve jî bûyer dikare bibe sedemek mezin li başûrê Kurdistanê siyasetmedar, rewşenbîr û ew kesayetên PKKê re pêwendidar û parastina PKKê dikiran li xwe vegerin rastiya xwe û PKKê jî bibînin. Ew dê bizanibin ku tehdita li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê PKK û siyaseta PKKê ye.

Li rojavayê Kurdistanê wek kelha tenê di destê PKKê de maye. Lê rewşa wê derê jî ne gelek başe. Amerika û hêzên navdewletî hewl didin ku PYD ji PKKê xwe bide aliyekî. Ji bo vê yekê jî hewldanek berfireh heye da ku ENKS û PYD bigehe li hevhatinekî û bi hevre tevbigere. PKK li dijê vê yekê ye , lê dixweyê dewletên wek Fransa û Amerika hêdî hêdî li rojavayê Kurdistanê PYDê dixwazin ji PKKê pakij bikin. Niha dixweyê ku mekanizma biryara PYDê hêdî hêdî ji destê PKKê derdive û dikeve di destê PYDê de yanî destê kurdên rojavayê Kurdistanê de.

Li bakur rewşa  HDPê ne ji rewşa PKKê cudatir e. HDP wek mêşa gêj lê hatiye, nizanê çi dike û çi dibêje. Tifaqa ku HDP li ser hatî damezirandin diderize. Çepên Tirk û kurd hêdî wek berê li hev nakin. Li himber çalakiyên PKKê nizanin çi dibêjin. Hêdî wek berê bi hesanî çalakiyên PKKê naparêzin. Herî dawî mecbûr man bûyera Hewlêr şermezar kirin , lê gelek bi şermî ew yêk kirin.

Daxûyaniya xwe de ragihandin ku, medya dixwaze bûyera Hewlêr bi hinek parlementerên wan re girê bidin. Medya vekirî dibêje ku tawanbarê sereke yê bûyera teroristî ya Hewlêr Mazlum Dag birayê parlementera HDPê ya Diyarbekir Dersim Dag e. Birayê wêye. Gelo kesek dikare vê rastiyê biguherê. Pêwendiya HDPê û PKKê jî ne weşartiye.

Ji xwe di zemanê xwe de wezîrê navxwe yê Tirkiye û koardînatorê  “pevajoya aşitiyê“ Beşîr Ataly di kanalên televizyonan de got: HDP ji aliyê Ocalan û Fidan ve hatiye damezirandin. Kesek li himber vê derneket û reda vê nekir.

Niha rewş cudaye, PKK bi siyaseta xwe ya li dijê Kurdistanbûnê xwe ber bi xilasbûnê ve dibe. Aliyek ji welatê xwe re û ji miletê xwe re nebê yar, dijmin jî baweriyê li wan nayne.

7.22.2019

Analiz /Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: