Civak

Sîxurên MÎT-ê yên di nav KCK-ê de kîne?

Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê, Altan Tan, ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwest, li bara “sîxurên MÎTê yên nav KCKê de” daxuyanî bide.

Altan Tan,  namyek pêşkêşî seorkatiya parlamentoya Tirkiyê kir. Tan, di nameyê de ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, îdiayên ku dibêjin di nav parêzerên rêberê PKKê Abdullah Ocalan, yên hatine girtin de sîxurên MÎTê jî hene, bibîr xist û ev pirs ji Erdogan kir, “Gelo ev îdia rast in? Parêzerên ku bi MÎTê ra kar dikin, kî ne?”

Tan, her wiha, ji serokwezîrê Tirkiyê xwest, li bara îdiayên ku dibêjin di nav KCKê de endamên MÎTê hene de, daxuyanî bide.

Back to top button