Ciwanên kurd yekitiya kurda bi hêz kir
Sekreteriya Encumenê Kurd li Sûriye daxuyaniyek belav kir û ragihand ku,Yekitiya Hevkariya Civanên Kurd û 17 hevkariyên civanên kurd tevlî Encumenê Niştimanî ya Kurd li Sûriye(ENKS) bûn.
Herweha şar partiyên siyasî jî tevlî refên ENKS bûn. Prtiyên tevlî ENKS bûne evin:
1- Elpartî Demoqratî Kurdî – Sûriya (Ebdilrehman Alocî)
2- Partiya Rêkeftin ya Demoqrat li Sûriyê (1+2)
3- Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya (Ebdilbasit Hemo)
4- Tevgera Îslah (Feysel Yûsif)
Bi vê yekê rêxistinên siyasî û çelakvanên kurd hemiya yekiya xwe pêk anîn û ev yek tevgera azadîxwaz a kurd li Kurdistana Rojava bi hêz dike.
Cihê gotinêye ku Hevkariya Civanên Kurd li Kurdistana Sûriye însiyatîfek ya ciwanaye û gelek çelakiyên hêja pêktînin û herweha roja li dijê rejima Sûriye xwepêşandan destpêkirîn heta niha ew yên herî aktîfin di qada xwepêşandanan de.
Yekrêziya Ciwanên Kurd gelekî girînge û di nav kurdan de wek gruba herî dînamîk tê navkirin.