Polîtîk

Şivan Perwer piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê xwest

Şivan Perwer bi telefonê beşdarî şahiyên bajarê Sîwerekê bû û da zanîn ku ew dixwaze biçe Sîwerekê û xizmetê bike û bi vî awayî jî piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê.

Li navenda Ciwanên Eyyup Cenap Gulpinar ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ya Sîwerekê ve çalakiyeke newrozê hate li darxistin. Li çalakiyê de Kasim Gulpinar Parlementerê Riha yê AKP û Ali Murat Bucak Serokê Bajarvaniya Sîwerekê û çendîn kesayetiyên din beşdar bûn. Li çalakiyê de piştî çendîn stranan, Şivan Perwer jî bi rêya telefonê beşdarî vê şahiyê bû.

Şivan Perwer bi rêya telefonê peyama xwe pêşkêş kir û da zanîn ku eger şert û merc pêkbên, ew dixwaze biçe Sîwerekê û xizmeta xelkê xwe bike û got: “Silav ji bo mêrxasên Sîwerekê ku kesên wekî Faik Bucak, Yilmaz Guney, Mehmet Uzun, Necmettin Buyukkaya, Ferit Uzun himbêz kiriye. Min gelek bêriya we û Sîwerekê kiriye, bi hesretê tije bûme. Eger şert û merc pêkbên ez dixwazim werim Sîwerekê xizmeta we bikim. Her wiha ez ji we daxwaz dikim ji bo serketina pêvajoya çareseriyê çi ji destên we were bikin û piştgiriya pêvajoyê bikin.

Back to top button