Şîrîn Fuad Mesûm: PDK partiyeke xizmetê ye..
Kesayeta siyasî ya Kurd a navdar Şîrîn Fuad Mesûm di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de daxûyaniyek da û dibêje: Hilbijartinên niha yên parlamentoyê ji bo nûkirina rewatiya parlamentoyê û pêkanîna kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng in, lewma PDK ji hemû aliyên din xwe bi berpirsiyartir dibîne û dixwaze hilbijartin bi awayek adilane pêkwere, PDKê, gelek qurbanî dane û amade ye ji bo gel û welatê xwe zêdetir qurbanîyan bide.
Şîrîn Fuad Mesûm ragihand: Hilbijartina şeşemîn ên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemûyan zêdetir ji bo nûkirina rewatiya parlamentoyê giring e. aliyê din jî di wê baweriyê dene ku diviya hilbijartin di dema xwe de bihata kirin, lê mixabin aliyên din Kurdistan anîn wê rojê ji bo cîbicîkirina ajandaya herêmê.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Mesûm dibêje: PDK bi rêbertîya serok û pêşmerge birêz Mesûd Barzanî dest bi helmeteke aştîyane kiriye û naxwaze ev helmet bi şêweyê êrîş û tundûtûjîyê bê meşandin. Partî (PDK) guhê xwe dide alîgir, dengdêr û gelê xwe, ne wek partiyên din ku pêşî li kadroyên wan bigire û di ronahiya rojê de wan bikuje.
- Şîrîn Fuad Mesûm, keça serokkomarê berê yû Iraqê Fuad Mesûm e û Fuat Mesûm yek ji damezerê YNKê û endamê Mekteba siyasî bû.