Dosya

SIPRI: Nîvê çekên Amerîka li Rojhilata Navîn tê firoştin

Li gor raporeke bazirganiya çekên cîhanê ya SIPRI li cîhanê de her sê ji yekê çekan ji aliyê Amerika ve tê berhemanîn û nîvê çekên Amerika jî li Rojhilata Navîn têne firoştin.

Li gor rapora Enstituya Lêkolînên Aştiya Navdewletiya li Stockholmê hatiye belav kirin, li navbera salên 2015 û 2019 an de, firoştina çekan li cîhanê de sedî 5 zêde bûye. Amerika bi rêjeya %36 rêza yekem de cîh digre û Rusya %21 û Fransa %7.9 û Almanya jî %5.8 e.

Her wiha di navbera salên 2015 û 2019 an de firoştina çekên Amerikî %23 zêde bûye û nivê çekên Amerikî jî li Rojhilata Navîn de hatine firoştin.

Back to top button