Cîhan

Şingarî û serokwezîrê Skotlanda li Edinburgê civiyan

‌Di çarçoveyê serdana xwe ya bo Skotlanda, Kerîma Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Aleks Salmond serokwezîrê Skotlana  civiya.

Di civînê de ku wezîrê karê derve yê Skotlanda jî amade bû, behsa têkelî û hevahengiya nevbera Kurdistan û Skotlanda, di warê perwerde, tendirustî, polîs, enerjî, rewşenbîrî û bazirganîyê, de hat kirin.

Serokwezîrê Skotlanda amadeyîya welatêxwe nîşande ku di warên cihê de alîakriya herêma Kurdistanê bike, bi teybetî ku Skotlanda jî herêmeke federal a serbixwe ye weke herêma Kurdistanê.

Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê bi fermî serokwezîrê Skotland vexwand Kurdistanê.

Herêma Skotland jî weke herêma Kurdistanê herêmeke federal e û di gelek waran de dişibihe Kurdistanê..

Back to top button