Civak

Şingalî vedigerin ser cihê xwe

Qayimqamê Bajarokê Şingalê ragihand ku, vegera koçberan bo navçeyên azadkirî berdewam dike.

Meyser hecî, Qayimqamê Bajarokê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera xelkê navçeyên rizgarkirî berdewam dike û rojane xelk vedigerin, em jî wek îdareya navçeyê jî me hemû amadekarî bo vegera wan kirine û rojane li nahyeya Sinûnê karê îdarî birêve dice û xizmeta navçeyê tê kirin. Piraniya xelkê Zûmarê vegeriya ne ser malên xwe û me hemû xizmetguzarî re wê deverê re pêşkêş kirine.”

Meyser Hecî wiha domand: “Asayîşa wê navçeyê bi temamî hatiye dabînkirin û Hêzên Pêşmerge li tevahiya navçeyên rizgarkirî belav bûne  û dilê xelkê bi wan xweşe.”

Back to top button