Seminerên Zinar li Zaningeha berdewamin
DU SEMÎNERÊN Zeynelabidin ZINAR
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li ser vexwendina Zanîngeha Mûşê Beşa Kurdî, du semîner li Mûşê dane. Çewa ku tê zanîn heftiya bihurî jî Zinar li Wanê pênc semîner û li Çewlikê (Bingol) jî semînerek û komferansek wî çêbûne.
SEMÎNER: 1
Roja 29ê mehê semînera Zeynelabidin Zinar li poleke mezin a zanîngeha Mûşê, çendî ku ji bo xwendekarên Beşa Kurdî bû, lê belê gelek xwendekarên Beşên dî jî beşdarî di semînerê de kirin.
Semînera pêşî saet 13.00 dest pê kir. Li dora 300 xwendekarî bi balkêşiyeke mezin guhdarî li axaftina Zeynelabidin Zinarî kirin.
Zinar bi taybetî li ser van xalên li jêrê rawestiya:
– GIRINGIYA AXAFTIN Û NIVÎSANDINA BI ZIMANÊ KURDÎ
– GIRINGIYA XWENDINA NIVÎSÊN KURDI
– GIRINGIYA NIVÎSANDINA FENTEZIYAN BI ZIMANÊ KURDÎ
– GIRINGIYA RÊZGIRTINA LI HEYÎNÊN TOREYA KURDÎ
– DURBÛNA JI PEYVÊN TOREDERIYA KURDÎ
– GIRINGIYA XWENDIN Û NIVÎSANDINA ROMANA KURDÎ
– GIRINGIYA BIKARANÎNA GOTINÊN WATEDAR ÊN KURDÎ
– DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ
– GIRINGIYA XWENDINA BERHEMÊN FOLKLORA KURDÎ
– PÊVAJOYA MEDRESEYA KURDÎ
– SÛDMENDIYA ZEWACA HEVCÛNÎ
Piştî axaftina Zeynelabidin Zinarî, xwendekarên zanîngehê gelek pirsên balkêş pirsîn û bersiva wan hate dayîn.
Semîner saet 15.30 bi coşeke mezin û di nava çepikan de bi dawî bû.
SEMÎNER: 2
Semênera duyemîn a Zeynelabidin Zinar jî li Komeleya Zehrayê saet 20.00 dest pê kir.
Beşdarên semînerê bi piranî xwendekarên zanîngeha Mûşê, hin mamosteyên xwendingehên cuda û zanayên olî bûn. Babetê ku Zinar pê rabû, pêşî danasîna naveroka pêvajoya Medreseya Kurdî a hezarsdale bû.
Diyar e ku Medrese cara pêşî sala 950 li Paytexta Kurdistanê ku wê demê Hemedan bû, hatiye avakirin. Piştre Kurdan medreseya xwe vegêrandine sîstema zanîngehê û li piraniya herêmên Kurdistanê belav bûye.
Ji wan medreseyan gelek zanayên navdar weke Baba Tahir Hemedanî, Smayil Cizîrî (Ebul Iz), Siltan Selahedîn Eyûbî, Mewlana Xalid Şarezorî û bi hezaran kesên wisa heta bigîje seydayê nemir Mele Seîdê Kurdî, danasîna wan hatiye kirin. Bi taybetî jî xebata Mele Seîdê Kurdî di serê Sedsala Bîstîde û dîlbûna wî ji aliyê leşkerên Çar ve, herweha avêtina wî di tîmarxaneyê de ji aliyê siltanê Stembolê ve, bi berfirehî hatine pêşkêşkirin.
Semîner piştî bersiva hin pirsên guhdaran, saet 21.30 bi dawî bû.
Rojeva Kurd/Mûş