Nivîsar

Şingal û Mexmûrê bihêle, li Amed û Efrînê binêre.

Ji Rêveberên PKK’ê Nûreddîn Demirtaş di her meqaleya xwe de peynan dirijîne. Ji ber hin sedeman jî hewlên taybet dide ku tapê ber bi Herêma Kurdistanê, PDK û hêzên Pêşmerge ve bizivirîne. Hinek dibêjin Nûreddîn Demirtaş ne wek berê kadroyekî xwedî îmtîyaz e, nekarî bibandoriya ku di PKK de hêvî dikir bi dest bixe loma jî, ji bo ku xwe li ber çavê PKK’ê şirîn bike bênavber êrişî Herêma Kurdistanê, Barzanî û PDK’ê dike. Li gorî dil û daxwaziyên PKK’ê dinivîse. Her kes dizane ku di nivîsên wî de analîz tune, ew tenê bi gotinên gelêrî mîna birayê xwe yê mezin hewl dide ku cumhûrê (xelkê) xwe coşbike. Lê diyare di vî babetî de jî ew qas serketî nîne.

Di meqaleya dawî de jî di heman wateyê de tiştekî wiha nivîsandî ye. Di nivîsa bi manşêta “Dest ji Şingal û Mexmûrê berdin, hûn herin bi Mûsil û Kerkûkê re mijûl bibin” ku di rojnameya PKK’ê Özgür Polîtîkayê de hat weşandin de, ji aqilmendiya siyasî dûr, bê hişmendiya dîrokî; heddê xwe nezanîn, quretîyekî pûç û kûbir tê dîtin.

Nûreddîn Demirtaş, li gorî xwe, ji rêveberiya Kurdistanê re dibêje, “Li şûna ku li Şingal û Mexmûrê xwedî derbikevin, li Mûsil û Kerkûkê xwedî derkevin û hewl bidin wan deran bigirin.” Kurdan Mûsil û Kerkûk ji dest dan, îhaleya sûka Kerkûkê dan Tirkan û hwd… Herwiha Demîrtaş got, hikûmeta Iraqê û PDK’e serneketine. Bi dîtina me Demîrtaş bibêje bihêlin “Bila li Îraqê pîçek jî Îran, Heşdî Şebî û em desthilatdar bin” Ji ber ku naxweze şirîkê xwe Îranê îfşa bike, loma jî qed behsa Îranê nekirî ye. Lê dîsa jî got Mahmûr û Şingalê ji me re bihêlin.

Lê divê Nûreddîn Demirtaş û partîya wî PKK, dev ji Mahmûr û Şingalê berdin û berê xwe bidin Amed, Colemêrg, Şirnex, Meletî û Adiyemanê. Ji ber ku Nûredîn Demirtaş dibêje, ji ber ku Mûsil ne di destê Kurdan de ye, ew xemgîn e, lê berî her tiştî divê Nûreddîn ji wêrankirina bakurê Kurdistanê xemgîn bibe. Weke mînak divê ew hesab bidin gelê Kurd ka çima wan dest bi şerê xendekan kirin û Cizîr û Sûr û 11 bajarên Kurdistanê wêran kirin.

Divê Nûreddîn Demirtaş rave bike ku çima Bakurê Kurdistanê tevî bi deh hezaran bedelên ku di dawiya têkoşîna xwe ya 40 salî de daye, ti destkeftiyeke berbiçav bi dest nexistiye. Bihostekî axa Bakûr rizgar nekirîye, çima?  Mînak dema ku Meletî, Mereş û Adiyaman di salên 1970 yî de bûn motora têkoşîna Kurdan û bi hezaran endam dan PKK’ê, çima bûne cihên ku Kurdayetî lê zûha bûye? Kurdayetî çima li vir winda bû? Divê Nûreddîn Demirtaş bi vê yekê re mijûl bibe. Divê bersiva vê rastîya li bakûr heyî, bide.

An jî dibe ku Nûreddîn Demirtaş bi dejenerasyona civakî ya li Amed têde dijî, ku PKK wek keleha xwe dibîne, analiz bike û eleqedar bibe. Mînak, ew dikare bi sedemên ku karanîna madên hişber di 6 salên dawî de 2 qad zêde bûye re mijûl bibe. Çima wisa bû? Ji ber ku Nûreddîn Demirtaş xelkê Amedê ye çawa çêbû ku ew zarokên berê pay dijmin dida niha di nava xefka tiryakêde asê mane. Li Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna tiryakê ji sedî 3 ê ye, lê çima li Amedê rêjeya tiryakê sedî 10 e. Demirtaş wek yekî Amedî bi bajarê xwe re eleqedar bibe. Bi karên ji bejna xwe mezitir ve mijûl nebe, wê baştir be.

Weke Kurdekî hin tişt gotin hindirê me diêşîne. Ji ber ku her parçeyek axê ji me diçe, her gund ji welatê me qut dibe. Lê divê Demirtaş û grûpa ku ew pêve girêdaye ango PKK pêşî li rewşa Efrînê û SerêKaniye û Girêsipî binerin. Bêyî ku xwe rexne bike, divê dev ji biçûk xistina nirxên Kurdan berdin û bi berdewamî wek rûnê zeytûnê li ser avê nekevin. Yên ku bihostek serkeftin dest xwe nexistîn nikarin destkeftên parçeyên din rexne bikin, lêva lê şûrkin û herîyê pavîjinê. Divê dest ji vê elimandina bêwate berdin.

Ji ber ku pirsgirêka Mûsilê ne pirsgirêkeke ku bi PDK’ê were çareserkirin. Pirsgirêka sîstema navneteweyî ya sed salî ye. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne bi wê yekê ye ku Nûreddîn Demirtaş çar-pênç ciwanên di şikeftê de li dora xwe kom bike û şîretan li wan bike.

Herwiha Nûreddîn Demirtaş çend meh berê li ser vegera Pêşmerge bo Kerkûkê gelekî nîgeran bû. (Ji bo gotara pêwendîdar https://darkamazi.com/archives/1017585) Kurd tevî hemû astengiyan îro jî dikarin di hilbijartinên Kerkûkê de nûnerên xwe hilbijêrin, dizanin ku Kurd in, dizanin Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Berî her tiştî, ew gel dizane ku ew çi dixwaze. Lê Bakurê Kurdistanê bi asîmîlasyon û otoasîmîlasyoneke mezin re rû bi rû maye. Pêdvîye berî her tiştî Nûreddîn Demirtaş bi vê yekê re mijûl bibe.

Em zêde li Nurettîn Demîrtaş nexin, ji ber ku ew sîbera PKK’ê ye. Ji ber ku bêarî, bêhişî, quretî û xweperestî, bêşermî, derewkirin û xwe wekî çîyayê qafê dîtin, taybetmendîyên PKK’ê ne. Nûreddîn Demirtaş di vî şixulî de hêj gêjok e. Ji bo vê yeke jî pesindarîyeke pûç dike.

Beriya her tiştî pêwîste vê rastî ya PKK’ê ji gelê Başûr û Rojava re vebêjin da ku rabin û pêsîra wan bigirin û ji wan bipirsin “we ev 40 sal in çi kir û we çi rizgar kir li Bakurê Kurdistanê; êdî destê xwe ji qirika me bikêşin û ji me dûr bisekinin”

Jêder: Darkamazî

Back to top button