Nivîsar

Şingal ber bi ku ve?

Hebûna Heşda Şeibî, yan hêza Êzidiyan ya hevalbendên Heşdî Şeibî, yan ya nêzîkî PKKê, ger bibe ciyê bazara bi Tirkiyê re, dê fermaneke din biqewime. Bila em xwe nexapînîn.

Newaf Mîro

Êzidiyan 72+2 ferman dîtine hemû ferman, hema bêje ji nakokiyên heremî, yên dewletan û bi alîkariya Êzidiyên misilman bûyî pêk hatine. Em meselê dûr û dirêj nebin, em ê vegerin ser herdu ferman û komkujiyên dawî.

Şingal bi peyman û xala 140 li derveyî sînorên Kurdistanê ma, lê de fakto di destê hêzên Kurdî de ma. Tevî Hêza Pêşmerge, hêza fermî ya bi ser artêşa Iraqê ve ye, lê karguzarî û xilmet ji Şingalê û xelkên Şingalê re nehat kirin, weke dihate xwestin.

Êzidî di navbera Xelîl û Celîl de man. Tevî di nav sînor û berpirsiyariya Iraqê de bû, lê dewleta Iraqê ew ji guhê xwe avêtibûn. Mûsil parazgeha Şingalê bû, lê bûbû rêya tirsê û mirinê ji bo Êzidiyan. Bi dehan xort û mêrên Êzidî li Mûsilê û li ser rêya Mûsilê hatin kuştin. Aciziyên Êzidiyan hebûn, lê yên Êzidî guhdarî bikirana nebûn, her kes û alî bi al û partî û kesên nêzîkî partiya xwe hebûn. Êzidî kiribûn û kirin hezar parçe û qet.

Helbet Êzidî jî li her kesî û alî guhdarî dikin, ji bilî yên xwe. Alîkariya her hêzê dikin lê ya yên xwe weke tê xwestin nakin. Komkujiya Gir Hizêr pêk hat, encamên lêpirsînê heta niha jî ne diyar in.

Hatina DAIŞê eşkere bû, û yên piçekî ji dunyê fêm bikirana, didîtin dê bên Şingalê. Hemû hêz, alî û partiyên Kurd tedbîr negirtin. Dewleta Iraqê parêzgeha Mûsilê diyarî DAIŞê kir, bê şer. Heta niha jî lêpirsîn nehatiye kirin û yek serbaz nehatiye sizakirin, tevî hêza Pêşmerge jî. Dewleta Iraqê ji serê Çiyayê Şingalê xelkê Şîe bi balefiran hilgirtin, lê Êzidî û Gundê Koço di nav destê DAIŞ a hov de hiştin.

Dewleta Iraqê heta niha jî bi rêya Heşda Şeibî, li Şingalê heye. Heşda Şeibî eşkere hêzeke bi ser dewleta Îslamî Îranê ve ye. Armanca Îranê xuya ye kembera Şîe saz bike, ji Tehranê heta bi Şamê û Libnanê. Dinya vê dizane û ji aliyê dewleta Amerîka û dewletên rojava ve tê şopandin.

Hebûna Heşda Şeibî, yan hêza Êzidiyan ya hevalbendên Heşdî Şeibî, yan ya nêzîkî PKKê, ger bibe ciyê bazara bi Tirkiyê re, dê fermaneke din biqewime. Bila em xwe nexapînîn.

Siyaseta bê berjewendî û alî nîne. Herwiha şerê bê alî û berjewendî nîne. Berjewendiyên Êzidiyan ne di şer de ye, di lihevkirineke bi dunya laîsîste de ye. Ne di berjewendiya bi Heşdî Şeibî û dewleta Îslamî Îranê re ye. Bi sedan xortên Êzidî li leşkeriyê û di nav artêşa Iraqê de bi destê Şîe hatine kuştin. Berê Êzidî bi navê Yezîd kurê Mihawî didan kuştin, niha jî dixwazin Êzidî ji Hesen û Husên bêne kuştin.

Helbet ez ne li dijî hevkariya bi Şîe re me, nabe em li dij bin jî, lê ne hevkariya li ser siyaseta olî û tayfeyî. Êzidî ne aliyê Sunne û Şîe ne. Ji ber ku ew oleke cûda ne. Nabe Êzidî xwe bikin nav nakokiyên Şîe û Sunneyan. Ew ji hezar sala û vir ve hev dikujin û dawiya kîn û nefreta wan nehatiye û naxwazin bînin jî.

Êzidî divê dîsa nebin qurbanê bazara Şîe û Sunne, herweha ne ya nakokiyên Îranê û Amerîkayê. Eger bazara bi Tirkiyê re, li hev bê kirin, dê di rojekê de lempa kesk ji bo Tirkiyê vêxin. Ji xwe armanca Tirkiyê heye sînorên Mîsaqî Mîllî, ku heta bi Mûsilê digire nav xwe.

Tirkiye Tirkmenan li Mûsilê û Kerkûkê bi rêk û pêk dike. Bi vekirina sînoran dewletên Ewropayê tehdît dike. Wan, nakokiyên Rûsya û Amerîkayê ji roja roj de, ji bo xwe bikar anine û pêk tînin. Ketina Tirkiyê hebe, derketina wê qet ne diyar e.

Êzîdî divê kumê xwe bidin ber xwe û ji xwe re li rêya aqil û çareseriyê bigerin.

Back to top button