Silêmanî dîroka xwe ya sipî reş nake

Bajarê Silêmaniyê ji kevin de bi bajarê Helmet û Qurbaniyê tê naskirin û bi berxwedan û xweragiriyê xwe ya li hember dijmin û dagîrkerên Kurdistanê bi navûdeng e. Partiya Bass ya jinavçûyî, bi hemû dirindî û hovatiya xwe, bi hemû alet û amêrên xwe yên îşkenceyê nikarî îrade û morala bilina neteweyî û welatpariziyê û rûmeta xelkê Silêmaniyê bişkîneXelkê Silêmaniya xweragir, eger hûn guh bidin hin berpirsên berteng hizir dikin , berpirsên ji bona parastina merem û berjewendiyên xwe yên şexsî amadene her tişî bikin, berpiresên bi her awayî ji bona parastina yekparçeyîya Îraqê û berjwendiyên Îraqa Şîye diparêzin, bi Nexêr deng ji bo referndûma serxwebûna Kurdistanê bidin hîngê rûmeta we dişkêBi denganan Nexêr şiko û rûmeta neteweyîbûna we, rûmeta xebata we ya dûrûdirêj ya ji bona serxwebûnê, berxwedana we ya li hember dijminan dişkê.Îro kîn û neviyan navbera hindek aliyên siyasî de heye, nakokî di navbera aliyên siyasî de hene, pirsgirêkên siyasî hene, siyaset bi vî awayî ye, sibe ew kîn û neviyan namîne, nakokî tên çarserkirin, pirsgirêk ji holê radibin, ew aliyên siyasiyên doh dijatiya hev dikir, dê bi hev li ser maseyekê bicivin, xwarin û vexwarinê bihevre bixûn û vexûn, hikûmetê bi hev re ava bikin, bi hev re çalakiyan bikin û ew nakokî, kîn û pirsgirêkên navbera wan de hebûn bi zeman re tên ji bîr kirin. Lê û lê eger cemawerê bajarê Helmet û Qurbanîyê ji ber wan nakokî, kîn û pirsgirêkên navbera partiyan de hene bi Nexêr deng ji referndûma serxwebûna Kurdistanê re bide ku, ez bawernakim wisa bikin, hîngê ev helwest di dîrokê de tê qeyd kin û tu carî nayê rast kirin û heta hetayê jî nayê ji bîr kirin, rûmeta bajêr ya ku dijminên Kurdistanê bi hemû hêza xwe nekarîn bişkîne tê têkşikandin û ew helwest dê bibe xalek reş li ser rûpelên sipiyên dîroka Paytexta Rewşenbîriyê. Ez di baweiyeke timam de me ku xelkê Silêmaniyê, ji her kesî baştir vê yekê dizane û ew di bin tu dijwarî û rewşan de dîroka xwe ya sipî, dîroka xwe ya berxwedan û xweragiryê pîs neke, roja 25ê îlonê bi coşeke mezin diçin ser sindoqên dengdanê û ji bona serxwebûna Kurdistanê dê bi dengek bilin bêjin Belê û sedcarî Belê. Nasrat Hacî[email protected]