Kultur
Silava Coronayê ji Vuhanê derket
Bajara Vuhan ya Çînê ku têda virusa Coronayê bi awayeke berfireh bûbû, xelkê wê ji bo parastina hevdû êdî silava destdana hev rakirin û şûna wê bi lingdana hevdû silavan li hevdû dikin. Gelek jî ji vê re dibêjin silava Corona.
Xelkê Vuhanê videoyeke silavkirina lingdana hev belav kirin û dibêjin ev cûre silavkirinê ji bo stresê û ji bo xwe parastinê başe.
Gelek kes ji vê cûre silavkirinê hez kirine û dibêjin eve hizreke başe ji bo xweşî û dijî stresê.