CîhanPolîtîk

Şîe û Sûne li dijê ala Kurdistanê bûn yek

Parlementoya Iraqê, bi rojeva bilindkirina ala Kurdistanî li Kerkukê civiya. Parlementerên Kurd ev rojev protesto kirin ji hola parlementoyê derketin.Parlementoya Iraqê bi yek dengî li dijê bilindkirina ala Kurdistanê biryar da. Ev cara yekeme parlementerên Sune û Şîe bi hevre li ser mijarekî dibin yek deng . Bê ku dengek muxalefet derkeve li dijî Kurdistanê bûn yek.Di vê derbarê de hukukzanenî Iraqî Tariq Herib dibîje:   Biryara Parlamentoya Iraqê derbarê ragirtina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî li Parêzgeha Kerkûkê ragehand ku, di dîroka parlamentoya Iraqê de yekem car parlamenterên Şîe li gel yên Sûne bi hev re dibêjin belê.Mixabin ev rastiyek ya kurda û doza kurd e. Li Iraqê sune û şîe çikas li dijê hevbin dema pirsa kurd tê rojevê dikarin li dijê kurda bibin yek.Li Tirkiye û deverên din jî heman mejî heye. Yekitiya li ser bingehê dijminetiya Kurdistanê di nava welatên dagirker de jî wek bingehekiye.

Back to top button