Civak

Sibe dengdana taybet destpê dike

Komîsyona Hilbijartinê ya Kurdistanê hejmara kesên ku dikarin deng bidin, eşkere kir û ragihand, sibê dengdana taybet ya hilbijartinên Kurdistanê ye.Serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê Hendirên Mihemed îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, hejmara kesên ku dikarin di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de deng bidin, 3 milyon û 85 hezar û 461 kes in.Hendirên Mihemed her wiha got, sibê dengdana taybet e û da zanîn, hejmara kesên ku di dengdana taybet de beşdar dibin, 170 hezar û 469 kes in.Serokê Komîsyona Hilbijartinan anî ziman ku bo dengdana taybet 92 navend hatine danîn û got, li Hewlêrê 41 navend, li Silêmaniyê 37, li Duhokê 20 û li Helebcê jî navendek hatine danîn. Bo dengdana giştî jî 5 hezar û 941 navend hatine danîn.Hendirên Mihemed ragihand, kesên ku temenê wan zêdetirî 90 salan e, navê wan hatiye jêbirin û nikarin deng bidin ji ber wê jî bila neçin ser sindoqan.

Back to top button