Cîhan

Trump: Kurd xelkekî mezin in û me gelek alîkariya wan kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûdawê re ragihand, Waşingtonê gelek alîkarî daye Kurdan û tekez kir, wan mil bi milê hev DAIŞ têk biriye.Di konfranseke rojnamevanî de li New Yorkê, peyamnêrê Rûdawê pirsek derbarê hevakriyên Amerîkayê bo Kurdan li Iraqê û Sûriyê de ji Donald Trump ê serokê Amerîkayê pirsî.Serokê Amerîkayê di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de ragihand, ku ew gelekî ji Kurdan hez dike û got, Kurd şervanên baş in û neteweyeke mezin in û bal kişande ser wê yekê, ku wan heta niha gelek alîkariya Kurdan kiriye.Donald Trump diyar jî kir, ku Kurdan di şikandina DAIŞê de roleke sereke li Sûriye û Iraqê dîtine û ew niha lêkolînanê dikin, ka çawan bikaribin zêdetir alîkariya Kurdan bikin.Trump got: “Em gelek hevkariya wan dikin û weke tu bi xwe jî dizanî, em gelek dost bûn li gel wan û me mil bi milê hev şer kiriye. Hevdem di wê heyama bihorî de me DAIŞ li Rojhilata Navîn têk bir. Me ew bi hevkariyeke mezin a Kurdan pêk anî. Ew şerkerên mezin in, tu bi xwe dizanî hinek kes şerkerên mezin in, hinek jî na. Kurd şerkerên mezin in, ew xelkekî gelek gelek mezin in, em tam niha vê mijarê gotûbêj dikin.”Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Donald Turmp:Rûdaw: Gelek Spas. Ez Mecîd Gilî me ji Tora Medyayî ya Rûdawê, ez dixwazim pirsekê ji te bikim, tu berdewam derbarê wê yekê de diaxivî…Trump: Bibore te got ji çi kuderê?Rûdaw: Ji Tora medyayî ya Rûdawê li Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê, ez Kurd im.Trump: Gelek baş e, xelkekî mezin in.Rûdaw: Gelek spas, birêz serok.Trump: Xelkekî mezin in, spas, tu Kurdî? Ew xelkên mezin in, ew şerkerên mezin û baş in, ew gelekî bi dilê min in. Berdewam be, ev pirs gelek bi dilê min e.Rûdaw: Birêz serok Trump, tu berdewam gotiye ku ti piştevaniya hevpeymanê xwe diker, niha Kurd piştî têkşikanadina DAIŞê, Kurd li jêr fişareke mezinin hem li Sûriya û hem li Iraqê jî ji aliyê çend aliyên din ve, ev raste, gelo hûn çi dikin daku alîkariya Kurdan bikin piştî ku wan alîkariya Amerîka kirin bo têkbirina DAIŞê?Trump: Em gelekî alîkariya wan dikin û em dostê wane, tu bi xwe dizanê ku me bihevre mil bi mil şer kiriye û me berî demekê li Rojhilata Navîn DAIŞ têkşikand, me alîkariyeke zêde ya Kurdan kir, ew şerkerên gelek baş in, hinek xelk şerkerên mezinin û hinek na, lê Kurd şerkerên gelek mezin û başin. Em niha vê rewşê gotûbêj dikin.Rûdaw: Ji bo piştevaniya wan hûn çi dikin?Trump: Min nû ji te re got, em vê rewşê gotûbêj dikin û me nirxandina rewşê jî dest pê kiriye, bo têkşikandina DAIŞê Kurdan gelek alîkariya me kir.

Back to top button