Polîtîk

SHK mafê kesekî tûne bi navê Serok Barzanî bipeyve

Piştî kombûna birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel kutle Kurdistaniyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê ku li roja şemî 15.03.2014 birêveçû û taybet bû bi nirxandina pirsa proje yasaya budçeya sala 2014 ê Iraqê mixabin hejmarek ji beşdarbûyên kombûnê bi navê Serok Barzanî daxuyaniyê ji bo dezgehên ragihandinê dane. 

Li vir de hemû aliyek agahdar dikin ku encamên kombûnê ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve bi awayeke fermî hatiye belav kirin û tu kes û aliyek jî mafê wî nîne bi navê Serok Barzanî axaftinê li vî derbarî de bike û tenê ew daxuyanî derxerê siyaseta fermî ya Serok Barzanî ne ku ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve derdikevin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

15.03.2014

Back to top button