SHK: Lêborîna giştî nehatiye derxistin

Li çend rojên derbasbûyî de nûçeyek li hinek ji sazî û dezgehên ragihandinê de, di derbarê derxistina lêborîna taybetî ya Serokê Herêma Kurdistanê di (10) rojên derbasbûyî de ji bo (15) hukimkiriyên çaksaziya Silêmanî hatiye belav kirin.

Em weku Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê nûçeyê red dikîn û radigihînîn ku di dema derbasbûyî da lêborîna taybetî ji bo tu zîndaniyek li Birêveberiya Çaksaziya Silêmanî nehatiye derxistin û ew nûçe tu bingeheke xwe tûneye.

Hêvîdarîn dezgehên ragihandinê bi hûrbîniyê ve muamele li gel nûçeyan da bikin û berpirsên peywendîdar jî pabendtirê veguhestina rastiyan bin.

Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

29/03/2015

Nerîna min :