Karwanê 5ê ji bo Kobanê tê amadekirin
Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge taybet ji BasNews re ragihand ku “Ji roja Yekşemê ya vê heftiyê ve, Wezareta Pêşmerge dê dest bi tomarkirina navên Pêşmergeyên ku wê biçin Kobanê bike.”
Wê çavkaniyê got jî: “Pêşmergeyên ku wê biçin Kobanê ji Hêza Piştevanî ya (Yek û Dû) yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne.”
Derbarê dema çûna karwana pêncem a Hêza Pêşmerge bo Kobanê wê çavkaniyê diyar kir ku “Heta niha roja çûna wan nehatiye diyarkirin lê di çend rojê bên de wê dema şandina wan yekalî bibe.”
Birîkarê Wezerata Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî ji BasNews re ragihand ku “Heta ku pêwîstiya şervanên kurd bi Pêşmergeyan hebe, wê Pêşmerge bên şandin, lê derbarê dema çûna wan bo Kobanê ti zanyarî li cem min nînin.”
Di roja 28.10.2015 li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, yekemîn karwana Pêşmerge ji bo Kobanê hatin şandin, piştî ku DAIŞê destê xwe danîbû ser praniya bajar, lê bi çûna Pêşmerge û şerê wan li mil şervanên kurd, Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate paqijkirin.
Çûna Pêşmergeyan bo Kobanê jî, li gorî rêkeftina Herêma Kurditan, Amerîka û Tirkiyê hatibû.