Civak

Pêşmerge DAÎŞ têkbir

Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, rejîmên Iraqê hewl didan ku Hêzên Pêşmerge bervajî bi cîhanê bidin naskirin, lê Pêşmerge ji cîhanê re selmand ku hêzekî dirust û yasayî ye, û ew hêz e ku terorîst şikandin, lewma divê welatên cîhanê zêdetir alîkariya wan bikin û bi hemû awayekî.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û Navçeya Dûbizê Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rejîmên Iraqê hewl didan ku Hêzên Pêşmerge bervajî bi cîhanê bidin naskirin û nave wan têk bibin û wek çete bidin naskirin û xwe dikirin perî, lê Pêşmerge ji cîhanê re selmand ku hêzekî dirust û yasayî ye, û ew hêz e ku terorîst şikandin, lewma divê welatên cîhanê zêdetir alîkariya wan bikin û bi hemû awayekî.”

Kerkûkî wiha got: “Çekdarên DAIŞê dixwestin ku navçeyê bixin bin destê xwe de, lê Hêzên Pêşmerge ew şikandin û ji cîhanê re diyar kirin ku ew hêzekî pir mezin û bihêz in, û ji her kesî re diyar bû ku DAIŞ xwe li ber kurdan nagire, û ji ber wan reviyan û xwe vedişêrin.”

Derbarê rewşa eniya wan, Dr. Kemal Kerkûkî wiha domand: “Li Eniya Rojavayê Kerkûk û Navçeya Dûbizê ji 9ê meha Adarê û piştî ku terorîstên DAIŞê bi awayekî mezin hatin şikestin û gellek çekdarên wan hatin kuştin, niha li deverêbêhêz bûne û yên ku mane jî di bin rehmeta top û agirê me de ne.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û Navçeya Dûbizê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Li eniya me ti gundên Kurdan di bin destê DAIŞê de nemane û em yekem enî ne ku me DAIŞ bi vî awayî hatibe şikestin.”

Back to top button