Cîhan

Sîstema siyasî li Tirkiyeyê dibe sîstema serokatiyê

Serokwezîrê Tirkiyeyê eşkere kir ku wî bi xwe qanûnek nivîsiye û amadekiriye ku sîstema nuha li Tirkiyeyê heye bê guhertin bo sîstema serokatiyê.

Ehmed Davutoglu  di hevpeyvîneke xwe de digel televizyona Heberturk  li ser pirsa sîstem siyasî li Tirkiyeyê dibêje ku, sîstema li Tikriyeyê heye ne sîstemek parlamneteriyê ye lê dişibihe sîstema parlamenteriyê û divê ev sîstem derbasî sîstema seroaktiyê bibe.

Li gor ajansa AAyê serokwezîrê Tirkiyeyê wiha behsa sîstema desthildariyê li welêt kiriye:

Tê gotin ku, serokomar sîstema serokomariyê dixwaze, lê serokwezîr wê sîstemê naxwaze. Di navbera min û serokomar de pirsgirêk tuneye. Dostaniya me kevin e. ji bo kêmasiyên sîstemê bên çareserkirin, destûreke bingehîn a nû û sîstemeke nû ya sîyasî ji Tirkiyeyê re lazimin. Sîstema Tirkiyeyê sîstema parlamenteriyê nîne, mixabin sîstemeke dişibihe sîstema parlamneteriyê. Divê derbasî sîstema serokatiyê bibe. 

Davutgolu diyar kir ku ev pirs dê di peyanameya hilbijartinê de cî bigire û wî bi xwe ew beyaname nivîsiye û amadekiriye.

Back to top button