Bexda vê heftiyê jî 500 milyar dînar dişîne Kurdistanê
Endamekî Lîjneya Darayî ya li Parlemena Iraqê ragihand, bi sedema wê yekê ku li vê demê de zêdetirê kêşeyên tekniyan hatine çareserkirin, eve jî wiha kiriye Hikûmeta Herêmê ji berê zêdetir neft bişîne derve, ji bo vê heftiyê 500 milyar dînarên din ji Bexda ve digihe Herêma Kurdistanê û heta radeyekî baş mûçeya meha du yê fermanberan pê tê dabîn kirin.
Hakim Serhan Mihemed Endamê Lîjneya Darayî ya li Encûmena Nûneran ji Lîsta PDK, bi malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê got: Çavkaniyeke nêzîk ji Wezareta Darayî ya Iraqê bi me ragihandiye, vê heftiyê 500 milyar dînarên din ji Bexda ve digihe Herêma Kurdistanê, ku eve jî ji bo meha dû ya mûçeya fermanberan tê xerç kirin.”
Her wiha got: “Eve jî bi sedema wê yekê ye ku ew rêkeftina li navbera Hewlêr û Bexda hatiye kirin, li Parlemen deng li ser proje yasaya bûdceyê hatiye dayîn ku li gor bûdçeya 2015 Hikûmeta Iraqê divê mehane tirilyonek û 200 milyar dînar bişîne Kurdistanê.”
Hakim Serhan balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta Herêmê pabendî wê rêkeftinê ye û niha ji berê zêdetir neft dişîne derve, eve jî sedemek dibê ku mehane pareyekî zêdetir bişînin Herêma Kurdistanê û kêşeya mûçeya fermanberan bê çareser kirin.