Serokayetiya Herêma Kurdistanê nameyek pêşkêşî civîna îro ya Wezîrên Derveyê Yekîtiya Ewrupa kiriye ku çekên giran û pêşketî bişînin Kurdistanê.
Nameya ku bi îmzaya Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê hatiye şandin daxwaz ji Wezîrên Ewrupa tê kirin ku ji bilî gihandina alîkariya mirovayetiyê, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî bêne pirçek kirin.
Husên nameyê de nivîsiye: “Hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêz ve daxwaz ji endamên Yekîtiya Ewrupa dike ku bi lez alîkariya mirovane bigihînin wan koçberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê”.
Her wiha nivîsiye daxwaz ji welatên endamên Yekîtiya Ewrupa dike ku “çekên pêwîst bidin hêzên Pêşmerge bo ku rê li êrîşên terorîstên Da’îş bigrin û ew xelkê sîvîl biparêzin ku koçber bûne”.