Kultur

Seyran li Kurdistanê xweşin

Weke dab û nerîtekê devera Berwarî Bala ku salane seyranên gundan bi rengekê rêkxistî û rêkupêk li piranya gundên deverê dihêne encamdan, duhî yekê gulanê seyrana Berê Sîlê û seyrana gundên Çelkê, Hirorr, Birîfka, Qumirîyê, Bêtkarê û Ravîna d siruştekê biharê yê gelek ciwan da hatinegêran.

 D vê derbarê da Bengîn Elî, endamê civata bajêrvaniya Amêdîyê û endamê civata Keleha Amêdîyê ji rojnamye Rvro re got: Her çende ahenga ev salewekî ya par nebû, belê ev sale jî bi pişkidarya çend hunermendên bajêrê Amêdîyê,  seyranek navxoyî hate gêran. Herwesa navborî diyar kir, her çende seqayê sar bû û baran heta piştî nîvro dibarî jî, belê bernameyê seyranê her yê berdewam bû û got: Di ahenga duhî da zêdebarî beşdarya çendîn hunermendên nûh u serdem, tîpa Nihêl ya dewat û guvendên folkilorî jî beşdarî tê da kir û bi stran û dewat û dîlanên folkilorî pitr rewş seyranê geş kir. Navborî bo Evro daxuyakirn ko pitr ji 3 hezar kesan ev salejî beşdarî di vê seyranê da kirye, ku ji %90 xelkê bajêrê Amêdîyê û herwesa amîdîyên dervey welatî û ji bajêrên din jî yê Kurdistanê di vê seyranê da berhev bibûn.
 
Ji alyekê din ve li dur seyrana devera Berwarî Bala Elî Xelîl di nav seyrana gundê Bêtkarê da bû, ji rojnameya Evro re got: Piştî gundên devera Berwarî bala ji aliyê rijêma jinavçûyî di salên 70yan de hatîne vala kirin  û wêran kirn û her gundek bo deverk dûr hatiye sergun kirin, di nevbera xelkê yek gund de wesîleyên hev du dîtin û naskirinn bi taybetî bi nifşê nû nebûn, lewra van seyranan girngya xwe heye, ev xweş delîveye ji bo hevdû nyasînê. Dyarkir jî, seyranên gundê Bêtkarê bûyne fakterek ku folklora me ya resen weku cilkên kurdî, dawet û stran ji nemanê qurtal bibn, li seyranên me tîpeka millê ya dawetên floklorî heye û em bizavê dikeyn hemû dawet û stranên folklorî li vê seyranê bihêne gotin û kirin da hertim bi zîndî di nav nifşên nûh de bimînin.

Şivan Şukirîi li nav seyrana gundê Hirorê,  wî ev seyrane bi gringî wesif kir û got: Bi rastî ev seyrane ji mêje li gundê Hirorê dihêne encamdan bi taybetî piştî serhildanê û ez dibînim seyran, tevî çaresekirna arîşeyên gundîyan,  hevdûniyasîn û bihêzkirna peywendyan e.

 

Evro

Back to top button