Seyîd Riza tê bîranîn

Seyid Riza 72 saliya şehadeta xwe de li Diyarbekir bi civînekî tê yad kirin.
SerokêGruba diyalogê ya Dicle û Firat Muhittin Batmanli daxuyaniyek ji medya re ragihand ku, dê roja 12.11.2001-ê demjimêr 12.oo-ê nivro li hola Kaplan bernameyek ji bo bîranina Seyid Riza bête amadekirin.
Ji bo têgihandina naveroka serhildana Dersimê û kuştin û qirkirina li Dersimê çêbûyî û hereha hovitiya rejima Kemalist bi panelikî de bête nirxandin û şirovekirin.
Muhittin Batmanli da kifşkirin ku, Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Lêkolîner Cafer Solgun, Hunermend Kazım Arık, Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan, Endamê Lijneya Navenda Giştî ya Pir Sultan Abdalê Prof. Dr. İrfan Açıkgöz jî weke panelîst tevli bernameyê bibin.
Sala 1938-ê li li Dersimê ji bo serhildana kurda têkbibin rejima Kemalist bi hovîtiyek mezin êrîş birin ser Dersimê. Li Dersimê Seyid Riza û hevalên wî hatin idam kirin. Zêdeyî 50 hezar kurd hatin qirkirin. Bi nêzikî 100 hezar Dersimî hatin sergumkirin. Bi hezaran zarok û keç û jin hatin qetilkirin..
Demek dirêj pirsa Dersimê di rojeva siyasîya Tirkiye de hate gengeşekirin. Gelek Kurd niha hewldidin ku Qirkirina Dersimê di qada navnetewî de wek Jenosîd bête pejirandin..