Seyda: Tirkiye dixwaze penaberan wekî mertalan bikarbîne
Ebdulbasit Seyda siyasetmedar, nivîskarê Kurd û Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Opozisiyona Sûriyê li hevpeyvîneke taybet de ya Radyoya Swêdê de di derbarê penaberan de dide zanîn ku eger kêşeya Suriyê çareser bibe wê kêşeya penaberan jî çareser bibe.
Seyda dide zanîn ku rejîma tirkiye dixwaze hinek daxwazên xwe li ser Ewrupa pêkbîne û penaberan wekî mertalekî dijî Ewrupa bikarbîne û ji Ewrupa alîkariyeke maddî ya zêdetir werbigre. Her wiha Erdogan dixwaze peyameke navxweyî jî bide tirkiye ji ber ku ew jî ji bo hilbijartinan jî kar dike.
Di derbarê penaberan de dide zanîn ku penaberan ewan ji neçarî berê xwe dane ser sînoran, ji ber ku tirkiye jî rewşa wan gelek xerabe, kar tûne û divê çareseriyek ji bo wan jî bêkirin û mixabin ev yek wisa diyare ku wê ev kêşe dirêjtir bibe.