Şêxmûs: Şerê PYDê û Beryê Nusre li ser neftê ye ne meseleke netewî ye

Omer Şêxmûs endamê damexrênerê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û siyasetmedarê naskiriyê rojavayê Kurdistanê di hevpeuvîneke xwe de digel malpera Xendan behsa rewşa rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku, pêkanîna hikûmeta rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve karekî namaqûl û ne rêalîstî ye. Şêxmûs dibêje ku, şerê PYDê û Beryê Nusre li ser bîrên neftê ye ne meseleke netewî ye û dibêje ku, wî goman li ser hebûna komkujiya li dijî gelê kurd ya ku, PYD behis dike heye:

          Her ji roja yekem diyar bû ku, PYD amade nebû têkeliyên xwe digel Beşar Esed qut bike û bibe endam di nav Encumena Nirştimaniya Kurd li Suriya. PYD rêxistineke siyasiyî û serbixwe nîne, ew beşek ji Patiya Karkerên Kurdistanê û Qendîl biryarê li ser siyaseta wê dide. 

          Bilihevhatin digel Îran û Suriyeyê deverên kurdan teslîmî PYDê kirin û 1500 çekdarên PKK ji Qendîlî ji bo bihêzkirina PYDê çûn Suriyeyê û çekê giranê PYDê ji aliyê rijêma Esed ve tê dabîn kirin.

Şêxmûs dibêje ku, armanca Îran û Suriyeyê ji vê pêngavê gelek diyar û eşkere bû, ew jî dûrxistina hêzên opozisyona surî ji deverên kurdan bû bi tyabetê di demekî de ku, Tirkye û  dewletên rojava pilan dikir herêmeke dijefirîn li herêma Kurdan damezrînin:

          PYD kete nav opozisyona ser bi hikûmeta Suriyeyê (Heyet Tensîq) ve bi hêceta ku ne ser bi hikûmetê û ne ser bi opozisyonê ve ne. Û bi navê wê yekê ku ew deverên kurdan diparêzin rê ne da tu hêzên din yên kurdî xwe çekdar bikin yan jî bi awayekî azad û demokratîk karên xwe yên siyasî bikin.  PYDê siyaseta tirs û revandinê li dijî hêzên din yên kurdî bikar anî. Çend serkirdeyên kurd kuştin. Baregayên partî û aliyên din şewitandin. Û tawana mezin li Amûdê di hezîrana îsal de bi kuştina 6 xurtan, 16 hevawelaiyêm sivîl girtin û 100 xwepêşandan îşkence dan.

 Omer Şêxmûs dibêje:

Weke ez agadar im wan şeran tu peywendî bi pirsa netewî ve nîne, lê ew li ser kontirolkirina bîrên neftê yên li ser sînor in. Ew zaniyariyên li ber destê me ne, Bereyê Nusre (Cebhetul Nusra) ji bîrên neftê yên li Hebsiye û Dêrezûr û PYD jî ji bîrên Romêlan û Tilkoçer neftê bi hikûmeta Suriyeyê  difiroşin. Ev şere ziyan û zirareke mezin digehîne pirsa kurd û opozisyna surî û bi tenê rijêma surî ji wî şerî qazanc dike.

Nêrînek

  1. Birasti ji kes baweriye bi ve nivise nake. Diyare ku Berez Oar gelek diji PYD ye. Nizanim dijatiya wi ji chi te, le bele ne di berjewendiya gele me de ye. Bila dest ji helwesa xwe ya xirab berde. Bawer dikin ku ya bash ew e ku ew ji heza xwe di gel heza PYD bike yek. Shere PYD u Alnusre heke le ser bire nevte be ji disan her mirove kurd u nishtimanperwer deve li gel PYD be ne li gel dijmin.

  2. Çiqa raste diben em kurd dijmine hevin,gelo ki nivis u gotinen wi cameri Omer sexmus bawer dike ev çi ecebe .\r\n\r\nÇima hun PYD naparezin ew piraniya kurdan temsil dike gelo buyeren tirka PPK ra nabini iro ,xen ji PYD deye kesek nikare li Kurdistana rojava mafe kurdan bipare ew raste.\r\nGotin kolaye le bele em e çito pirsa xwe bikin yek gelo kewate we heye hun hemu kurden rojavaye biparezin ez dibem heyran hun şaşin kesek we bawer nake.\r\nPişta xwe bidin hev roj roja kritike nine roj roja mehkembun + kewat u mafe kurdaye.\r\n\r\nBizanibi bî tucara Rojava nabe mina bere dem dibuhure hunji xwe nujen bikin giliyen we kurda xirab belaw dike.\r\n\r\nEz gaziye we dikim aqile xwe binin ser e xwe kijan parti li rojavaye xute gere hun pista xwe bidin wana pirani denge tene tiji be denge.\r\n\r\nEreb pustin ewana gelek xun rejandine hetta mirine dixwezin xuna kurda disa birejinin gotinen we zedeye bî kerema xwe tisten aqilbendi bejín dubendiye nekin nava kurden rojavaye.\r\n\r\nSilav u rez \r\n\r\nGino LOBARO

  3. Her miletek xiréfa xwe heye.Ev xiréf gava di siyasetéde cih bigra ;jibo Gel'ek heri felaket'a mezin e.Lé mixabin,Tevli Qehreminiyén di nav sistemaPKK'de hene;Hinek qiréj u xréfa GEL'é KURD ji , di bin siwana PKK'éde, bi avaki bé ehlak xwe dispérin $ehidén Kurd u héri$én senbolén Kurdistani u Netewi dikin.Diwe van fitneciyan bén te$hirkirin u wek miqrob, ji bedena siyaseta kurd dur bixin.Em vé rastiyé tu car ji bir nekin ku; xeyné KURD'a ,yek dost'é wan tuneye.Pé$eroja gel'é Kurd, di yekitiya siyaside derbas dibe.Imkan'én me bi sinar'in u GUR'én xwinxwar herçar aliyén KURDISTAN'é Dorpéç kirine.

  4. Xuda mera ji fitneye weku ye mamuste Shexmus bipareze kevira diheline.Ewqas Canfidayi ya Ypg bi aveda berdide u wan dike hevale berya nsura. Xuda ti dibine mamusteye me chi syasete diyafirine. Hema pewiste merov bizanibe. Eger netewperestiya yeki nebe nikare goleki fishekiki ji berde ser dujmine xwa. Tu li ki diji mamuste, qey ti ji Haway hatiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: