Kultur

Dîroka rûreş û ez

DÎROKA RÛREŞ Û EZ

ey cîhana ker û kor
ey dîroka rûreş
ji ber hovîtiya we
çûkên asîmanan reş girêdan
stêrkên şevên sayî
rondikan dibarînin
miriyên goristanên lal
bi xwe hesiyan
barana demsalên kesk
xemgîn dibare
bilbilê dengxweş
di awaza xwe de fetisî
movikên pişta êvarên mesûm
şikestin
ba û bagerê serî hildan
ji ber hesûdî û hîleyên we
dikim hawar û gazî
û ber bi çolistanên tenha ve
dibezîm
ma çima tu ewqas xêrnexwaz î
ma tu canbaz î
li ser axa min difirî
û bi qedera min dileyizî
li kolanên rojavaya dil
parçeyên goştê laşê min
nalenal in
ey cîhana bêwijdan
min pir êş
di malzaroka heyaman de
kevn kirin
bibihîzin
qêrîna giyanê zarokên rojê
bibihîzin
feryada keç û xortên nav agir
bibihîzin
dengvedena şikeftên zinaran
ez ê
şeweta kezeb û bedena xwe
bi henasa xwe ya germ
vemirînim
ji pêsîrên demê
hêviyên keskesor
bimijim
li ber dîwarê xeyalên xemkêş
tevna dilovaniyê bihûnim
bi berxwedana şervanan
sirûdên serkeftinê
bistrênim
li meydana azadiyê
govenda şadiyê
bigerînim
bêhna çîçekên rengîn
li ser sînga welatê şaristaniyê
belav bikim
û ava jiyaneke bextewar
di navbera sînorên qelişî re
biherikînim
hezar silavan
ji giyanê pakrewanên xwe re
hezar silavan
ji mêrxasên xwe re
bişînim


Xizan Şîlan

2013-08-10
Stockholm

Balkêş e ?
Close
Back to top button