Şêx Seid Pîranî

29ê Hezîranê salvegera 90î ya sêdarkirina Şêx Seîd û hevalên wî ye.Belê gelê me îro jî Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nake.Di pêşengîya Xalid Begê Cibrî de tevgera Azadî ji bo azadîya Bakurê Kurdistanê biryara serhildanê digire. Lê dewleta Tirkîyê, hîn ku vê serîhildanê dest pê nekirîye, Xalit Begê Cibrî û mebûsê Bitlîsê Zîya Beg digrin.Ji bo ku serîhildan bê amadekarî dest pê bike, dewlet provakasîyonekê pêk tîne û serhildan di 13ê Sibata 1925an de di pêşengîya Şêx Saîd de beriya wextê xwe dest pê dike.Xalit Begê Cibrî tê gulebarankirin û Yûsif Zîya tê îdamkirin.Pir mixabin serhildana di pêşengîya Şêx Saîd de, bi qetlîama bi hezaran mirovên me ji alîyê dewleta Tirkîyê ve têk diçe. Şêx Saîd û hevalên wî têne girtin.Di 26ê Gulanê de Şêx Saîd û hevalên wî tînin Dîyarbekirê û li Dadgeha Îstiklalê bi awayekî nerewa û bi dek û dolaban tên mahkemekirin. Dadgeh rê nade ku Şêx Saîd û hevalên wî ji xwe re parêzeran bigrin.Şêx Saîd jî li gel, darizandina 81 hevalên wî mehekê didome. Di 28ê Hezîranê de biryar tê ragihandinê û Şêx Saîd jî di navê de 47 mirovên me cezayê îdamê digrin. Çend roj berî ragihandina cezayê îdamê, li meydana Derîyê Çîyê sêdar tên amadekirin. Ji berê de biryar dane ku dê çend kes werin îdam kirin, li gor wê ji bo 47 kesan sêdarên îdamê tên amadekirin.Hîn nayê zanînê ka gorên Şêx Saîd û hevalên wî li ku ne. Heta eşyayên wan yên şexsî jî teslîmî malbatên wan nekirine.

Nerîna min :