CîhanPolîtîk

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê ligel Wezîrê Enerjî yê Amerikayê civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Enerjî yê Amerikayê Rick Perry li paytext Hewlêrê civînek lidar xist.

Di civînê de balyozê Amerikayê li Iraqê Douglas Silliman jî amade bû û her du alîyan rewşa herêmê û bi taybet jî, pêşkeftina di pêwendiyên di ware enerjiyê de girtin dest.

Wezîrê Enerjî yê Amerikayê Rick Perry kêfxweşiya xwe ji pêşkeftina Kurdistanê anî ziman û diyarkir ku, armanca seredana wî pêşxistina pêwendiyên Amerika di warê aborî û enerjiyê de ligel Iraqê û Kurdistanê ye. Herweha pêşewaziya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrola Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, spasiyên xwe arasteyî Amerika kir, bi egera hevkariya di têkoşîna dijî rêxistina terorî ya DAIŞê de û pêşxistina pêwendiyên ligel Amerika wekî binemayek girîng a ewleyiya herêmî binav kir. Diyarkir ku, kar ji bo Kurdistanek bihêz û pêşkeftî dikin û bi awayek aktîv dixwazin sûdê ji tifaqa stratejîk a di navbeyna Iraq ê Amerika de werbigrin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, ji bo çareseriya pirsgîrêkan daxwazyarê berdewamiya diyalog û hevdîtinan ligel Bexdayê ne û liser hukimeta bê ya Kurdistanê nirxandinên xwe pêşkeşî Wêzîrê Enerjî yê Amerikayê Rick Perry kir.

 

Back to top button