Fermandarê fermandeya Şingalê ya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, hebûna Heşda Şabî li Şingalê xelkê deverê gelek bêzar kiriye û niha Şingal bûye meydana hevrikiyên di navbera Heşda Şabî-PKK û hêzên din yên êzidî li deverê.Li gor wî fermandarêm hêzên pêşmerge li Şingalê, çêdibe hebûna Heşda Şabî û kiryarên wê bibe sedema derketina şerekî malwêranî û hikûmeta Îraqê jî xwe li hember rewşa nearam ya Şingalê û kiryarên Heşda Şabî û pKKê bêdeng kiriye.Qasim Şeşo fermadarê pêşmerge li Şingalê ji rojnameya Evro re dibêje: Ez pêşbînî dikim careke din şer li Şingalê biqewime, jiber ku Heşda Şabî û PKK, ev her du grûp bûyne bela serê xelkê Şingalê. Em daxwazê ji dewletên Hevpeyman dikin ku çavê wan li ser Şingalê be û Heşda Şabî û PKK ji deverê dûr bikin. Heşda Şabî gefan li hemû hêzên êzidî dike û niha ji hêza parastina Êzidîxanê daxwaz dike ku çekê xwe deynin û bêçek li deverê bin, ev yek jî zehmete bê qebûl kirin û çêdibe bibe sedema derketina şer.