Şeşo: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo bang li PKKê kir, hêzên xwe ji Şingalê derxîne û baregehên xwe jî li wir nehêle. Îro li ziyareta Şerfedîn a Şingalê, komek kurdên êzîdî li dijî hebûna hêzên PKKê li Şingalê kom bûne û daxwaz dikin PKK ji Şingalê derkeve. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo derheqê vê yekê de ji televîzyona K24 re got, em Şingalê teslîmî PKKê nakin, bila hêzên xwe ji vir derxînin. Ji ber ku pêwîstiya me bi wan nîne. Qasim Şeşo her wiha got, hatin alîkariya me kirin, mala wan ava lê êdî pêwîstiya me bi wan nîne bila ji vir derkevin. Tê zanîn bi sehdan şervan û gerîlayên PKKê di bin navên cur bi cur de li devera Şingalê bicîh bûne. Heta niha gelek caran rayedarên êzîdî yên Kurdistana Başûr daxwaz ji PKKê kirine wê deverê vala bikin lê PKK guhdarî wan nake û heta niha jî li wir e.  

3 Nêrîn

  1. Nerina min seso kero cima ev kec u xort u gele ezidi di dest dais de rizgar nake, ji Ber ku tirkan cend kurus pere dane seso u berzani ku we koridore vala bikin u tirk herin musule u basur dager bikin

Nerîna min :