Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe serdana Bexdayê dike û gelek pirsên girîng derbarê paşeroja Iraqê piştîDAIŞê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên pilebilind û frakisyonên Parlemantoya Iraqê gotûbêj bike.Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê fermî ye. Serok Barzanî di civînên xwe de ligel Serokwezîrê Iraqê û berpirsên pilebilind û kesayetiyên siyasî û frakisyonên Iraqî de, dê pirsa şerê DAIŞê, operasyona azadkirina Mûsilê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha paşeroja Iraqê piştî şerê DAIŞê gotûbêj bike.Dawiya meha borî, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel aliyên siyasî yên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û behsa pirsa petrolê û azadkirina Mûsilê û paşeroja wî bajêrî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.Duhî Sêşemê Ebadî ragihand ku ev serdana Barzanî bo Bexdayê ji beriya çend mehan de hatiye rêkxistin û xwedî giringiyeke mezin e.
Pêş
28/10/2026
Israîl: Bloka Netanyahu 53 kursî bi dest xist, opozîsyon 48 kursî bi dest xist, partiyên Ereb gelek zêde bûn
28/10/2026
Gava hatî avêtin bi temamî li dijê “Peymana Şingalê” ye
Têkildar
Balkêş e ?
Close


