Dosya

Şeş milyon kes deng ji bo referendûma serxwebûnê didin

Peyvdarê Komisyona balaya serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku nêzîkî 6 milyon kes li Herêma Kurdistan û deverên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ji bona referndûmê mafê dengdanê heye.Şêrwan Zirar payvdarê Komisyona hilbjartin û rapirsiyê diyar kir ku şeş milyon kes mafê dengdanê heye; dumilyon û heftsedhezar li deverên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê (Kerkûk, Mûsil û deverên din) û sêmilyon û sêsedhezar dengder ji her çar wîlayetên Herêma Kurdistanê ( Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebce) ne.Li gor payvdarê Komisyona hilbjatin û rapirsiyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê 20 milyon dolar bidceya referndûmê berdest kiye û amadekariyan ji bo serxistina pirosesa referndûmê dest pê kiriye.Weke tê zanîn roja 25.09.2017ê referndûma jibona serxwebûna li başûrê Kurdistanê tê kirin.

Back to top button