Cîhan
Şervanên Beluciya 5 efserên Îranê kuştin.!
Li bajarê Seravan ê parêzgeha Sîstan-Belûçistan a li başûrê rojhilatê Îranê, di êrîşa ku hat kirin de 5 efserên ewlehiyê yên herêmî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tesnîm, li bajarê Seravan a girêdayî parêzgeha Sîstan-Belûçîstan a li ser sînorê Pakistanê, li dijî hêzên ewlehiyê yên xwecihî yên di nava Artêşa Muhafizên Şoreşê ya bi navê Besîc de tê naskirin, êrîşek hat kirin.
Di êrîşê de 5 pasdarên Îranê yên bi eslê xwe Belûç jiyana xwe ji dest dan.