Netanyahu: Min fermana teqandina pagerên Hizbullahê û kuştina Nasrallah da
Netanyahu r di civîna hukumeta xwe de daxûyakirin ku, “Gelek karbidestên berevanî û siyasî li dijî min di operasyona teqandina Pager û têkbirina Nasrallah de derketin.”
Netanyahu got: “Dema ku min hewl da Nasrallah tune bikim, bikevim çeperên Hamasê yên li Xezeyê û gelek tiştên din, çend kesên di kabîneyê de li dijî min rawestiyan.”
Di 17ê Îlonê de li Lubnanê bi hezaran pager teqiyan. Rojek şûnda, bi sedan walkie-talkies teqiyan; Di encama teqînan de 39 kes mirin û 3 hezar kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê, Hizbullah got ku Îsraîl li pişt teqînê ye, lê Îsraîlê ne red kir û ne jî piştrast kir.
Neteweyên Yekbûyî teqîna pager û walkie-talkies wekî “sûcek çuçê” bi nav kir.
Piştî teqînan, medyaya Îsraîlî ragihand ku her pager û dengguhestên ku ji aliyê Hizbullahê ve hatine bikaranîn, bi îstixbarata Îsraîlê ve girêdayî ye û haya wan ji her tevgereke çekdaran heye.
Hizbullaha Lubnanê di 8ê Cotmeha 2023an de êrîşî bakurê Îsraîlê kir û ji wê demê ve şerê navbera Hizbullah û Îsraîlê berdewam e.
Piştî destpêkirina şerê Xezzeyê di Cotmehê de, Hizbullah endamên xwe hişyar kir ku zêde têlefonên destan bikar neynin û li şûna wê pergala pêwendiya navxweyî ya girûpê wekî tedbîrek ji bo parastina xwe ji hakerên Israîlî bikar bînin.