Sêrt: 5 leşker hatin kuştin 7 birîndarin
Sêrt: Çekdarên PKK-ê êrîşek birin ser qerekol a Cendirmeyan a Belenolukê. Belenelok girêdayê navçeya Xesxêr e a qeza Sêrtê ye.
Di encama vê êrîşê de li gora agahdariyan 5 leşkera jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndarin.
Wek her car cardin leşkerek girsehî ji bo herêmê hate veguheztin û operasyonek berfireh li deveê destpêkir.
Di nav leşker û çekdarên PKK-ê şer berdewam e û heta niha bi temamî encama vî şerî nayê zanîn.
Di derbarê vê bûyerê de serokwezîrê Tirkiye Erdogan daxuyaniyek da û got: Mixabin rêxistina terorê li ser kiryarên xwe yê wehşî berdewam e. Li himber vê yekê, em ê jî li ser kar û çalakiyên xwe berdewam bin. Herwiha rast jî nabînim her kêlî li ser van mijaran daxwiyaniyê bidim. Em li ser mijarê radiwestin, piştî em vegeriyan Tirkiyê em ê pêvajoyê binirxînin û li wê gorê tevbigerin.’’