Nivîsar

Sersal li hemî hemweletiyan pîroz be

Çi dema serê salê tê, edet e ku meriv bêje SERSAL PÎROZ BE.

Îro jî û duhî jî, bi sedê hezaran kesên Kurd pîrozbahiya sersalê belav kirine. Lê çu kes nesêwiriye ku ev sersal ne ya Kurdan e.

Sersala Kurdî, roja 13ê meha yekê dest pê dike.

Hetanî dawiya salên 1970yî jî, sersal li Kurdistanê roja 13ê mehê dihate pîrozkirin.

Ez zarûk bûm, zarûk û xotik û xortên Kurd, bawer nedikirin ku roja 13ê mehê bibe êvar û li pîrozkirina sersalê ya malan bigerin.

Du xort kincên salxuran li xwe dikirin, yek bi şaşik û rih, yek jî bi kincên pîrejinan û bi kum û kofî, her yek gopalek jî di dest wan de, li pêşiya birra xort û zarûk bûn, mal bi mal li gund û taxan digeriyan û digotin:

”Serê salêêê….

Binê salêêê…

Xwedê bihêle hûr û girên vê malê…”

Hin caran jî weha digorin:

”Serê salêêê…

Binê salêêê…

Xwedê kurekî bide vê malê…”

Kebaniya malê gûz, mewîj, şaran, hêk û tiştên wisa didane wan.

Piştre wan, tiştên xwe dibirin maleke ku odeya wan mezintir bû rûdiniştin û dixwarin, hetanî berdestê sibehê kêh, henek, laqirdî û yarî dikirin û dileyiztin.

Baş e, gelo ma tarîxa serê sala Kurdî nayê bîra kesî ji van camêrên ku îro sersalê pîroz dikin?

Erê heçî Romî ne, nanê wan li ser çoka wan e, xwediyê berojkên xweş in, ne mêjûyeke wan û ne jî toreyeke wan heye. Pir bi hêsanî serê sala Nisraniyan pejirandine û pîroz dikin.

Gelo evên ku xwe Kurd û miletê kevnare dihesibînin, çima serê sala xwe jibîr dikin?

Pêşiyên Kurdan weha gotine:

”Xwedayê mezin kesî şaş neke

Dema şaş kir, fehş neke

Dema fehş kir jî

Qene bi erdê ve kaş neke.”

Dîsa jî bi hêviya saline xweştir ên bê rijandina xwînê, bê jêkirina serê Kurdan, bê firotina keç û jinên Kurdên Êzdayî li bazarên Ereban, bê wêrankirina şêniyên Kurdan, bê şewitandina zadê Kurdên belengaz di zeviyan de, bê birrîna darên fêkî û yên zeytûnên Kurdan, bê daleqandina cuwanên Kurd li girtîgehan, bê diziya tûtik û mirîşk û elokên Kurdan, her şad û bextewer bin…

Çiyayê Reş 31/ 12/ 2019

Zeynelabidin Zinar

Back to top button