Lîwa Fîroşa; Li Soviyetê ji dayik bû û li Kurdistanê bi axê hat spartin
Kurê şehîd Mihemedemîn Mîrxan Mêrgesorî, lîwa Fîroşa Mihemedemîn li nexweşxaneyeke Tirkiyê koça dawîn kir û bi merasîmekê hêja li Mêrgesorê bi axê hat spartin. Çîroka Fîroşa ji wê demê ve dest pê dike, ku rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurd, Mele Mistefa Barzanî tevî 500 pêşmergeyên xwe sînorên 3 dewletên Iraq, Îran û Tirkiyê derbas dike û li ser Çemê Arasê re diçin nava axa Yekîtiya Soveiyet a berê. Mihemedemîn Mîrxan Mêrgesroî yek ji wan pêşmergeyan e ku li gel general Mistefa Barzanî diçe Soviyetê û piştre bi biryara rayedarên Moskowê li Ozbekistanê dê bicihkirin. Li wir ew pêşmerge dizewice û kurekî wî dibe bi navê Fîroşa. Piştî ku di sala 1958an de, Barzanî û pêşmergeyên pê re vedigerin Başûrê Kurdistanê, kurê Mihemedemîn Mîrxan Mêrgesorî li Ozbekistanê dimîne, lê çîroka jiyana wan li wir bi dawî nayê. Dema ku Fîroşa Mihemedemîn 8 salî bûye, bavê wî ji Soviyetê vedigere Başûrê Kurdistanê. Fîroşa di temenê 18 saliyê de li Almanya xûleke serbazî dibîne. Lîwa Fîroşa Mihemedemîn di sala 1972an de bo dema 8 salan li akademiya serbazî ya ser bi Wezareta Navxwe ya Ozbekistanê xwandiye û li paytexta wî welatî bajarê Taşkendê bo dema 20 salan xizmeta serbazî kiriye. Di sala 1991an de dibe Cîgirê Rêvebirê Polîsê Taşkendê û piştre dibe Serokê Îstixbarata Xirsûn li welatê Ukraynayê. Lîwa Fîroşa bi giştî bo dema 27 salan xizmeta Yekîtiya Soviyet a berê kiriye û sala 1998an hatiye xanenişînkirin. Nîkîta Fîroşa, kurê lîwa Fîroşa ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Sektora serbazî di xwîna bavê min de bû. Hêviya wî xwandina serbazî bû. Ji ber wê li Almanya û Ukraynayê çendîn qonaxên xwandinê bi dawî kir û piştre di warê polîs de kar kir, heta wê dema ku bapîr û mamê me em dîtin û em hatin Kurdistanê.” Lîwa Fîroşa 51 sal li dûv kesûkarên xwe bûye û di sala 2008an de wan dibîne û piştre biryar dide, ku êdî domahiya temenê xwe di nava kesûkarên xwe de derbas bike. Mîrxan Mihemedemîn, birayê lîwa Fîroşa jî dibêje: “Dema ku bavê me vegeriya û hat, ji me re got, ku kurekî wî di cih de maye, lê me nedizanî em çawan pêwendiyê pêve bikin û wî bibînin. Çimku internet û hatinûçûn nebû, heta ku di sala 2008an de bi her awayî ku bibe, li me geriyabû û het û em dîtin û êdî got, ez navegerim.” Sala 2010, lîwa Fîroşa bi yekcarî vegeriya Kurdistanê û li Pîrmamê akincî bû û li Fakulteya Polîs a Hewlêrê dest bi ximzet kir. Yek ji hêviyên wî ev bû, ku li tenişt bavê xwe bi axê were spartin. Lîwa Fîroşa sala 1951an li bajarê Moynam ê Ozbekistanê ji dayik bû û 2 kur û 2 keç li dûv xwe bi cih hiştin.Rudaw