Polîtîk

Serokwezîr:Em û YNK li ser pirsgirêkan gihîştine nêrînek hevbeş

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, PDK û YNK dê dîsa li ser kêşeyên Kurdistanê bicivin. Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa sebeba sekinandina hinartina petrola Kerkûkê jî kir.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro di merasima vekirina pêşangeheke hunerî de li nav Kelha Hewlêrê, beşdar bû. Piştî merasimê, Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da.Derheqê rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got, civîna me û YNKê pir girîng bû û em dê civînên xwe bidomînin û dê hefteya bê cardin li hev rûnên.Cîgirê Serokê PDKê her wiha got, em û YNK li ser kêşeyan gihîştine nêrînek hevbeş. Emê di civîna bê de hûrgiliyan û mekanîzma çareserkirina kêşeyan gotûbêj bikin.Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew partiyên din jî ji bîr nakin û got, helbet emê bi wan re jî rûnên. Heta niha biryar nehatiye dayîn YNK û PDK bi şandek hevbeş serdana partiyên siyasî bikin lê eger bê xwastin em ti astengiyekî li pêşiya wê nabînin.Li ser sebeba sekinandina hinartina petrola Kerkûkê jî Nêçîrvan Barzanî got, ji ber kêşeyên teknîkî bi awayekî demkî hinartina petrola Kerkûkê hatiye sekinandin. 

Back to top button