Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û Nûnera Sekreterê NY li Iraqê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda li gel wê civiyan, ku Jeanine Hennis-Plasschaert bi boneya destbikarkirina di posta xwe ya nû de serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya peywira nû û destbikarkirinê li Jeanine Hennis-Plasschaert kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest. Herwiha hemû piştgirî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu aliyan proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, giringiya temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û peywendî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine û tekezî li çareserkirina wan bi diyalogê û li ser bingeha destûrê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kêfxweşiya xwe li ser başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan dane û hevahengî û hevkariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê weke pêwîst zanîne, bi taybetî li deverên madeya 140 ku bû demek nearamiya ewlehiyê li wan deveran serî hildaye.

Gotûbêjkirina pêşhateyan û rewşa herêmê bi giştî û giringiya hevahengî û hevkariya navbera saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî beşeke din a hevdîtinê bû.

Back to top button