Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya serokwezîrê Vatikanê kir

Roja 27-12-2018ê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin û şanda li gel wî kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana Serokwezîrê Vatîkanê kiriye û ragihandiye: “Krîstiyan beşeke giring û sereke ya civaka Kurdistanê ne, ku reh û koka dêrîn û dîrokî ya wan li vî welatî heye û hikûmeta Herêm karê cidî kiriye û berdewam dibe di cîbicîkirina zêdetir a bingehên pêkvejiyan û qebûlkirina hevdû û rêzgirtina hev. Ji bo vê mebestê jî ji aliyê perwerdeyê ve giringiyeke mezin didin vê mijarê û pêngavên pratîk li ser vê mijarê hatine avêtin.”

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin pesnê Herêma Kurdistanê daye li ser cîgirkirina bingehên pêkvejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyan de û rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bilind nirxand, herwiha piştgiriya Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê cardin anî ziman.

Serokwezîrê Vatîkanê herwiha di hevdîtinê de spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber pêşwazîkirina hejmareke mezin ji aware û penaberan, bi taybetî awareyên Mesîhî. Herdu serokwezîrên Kurdistan û Vatîkanê weke pêwîst dibînin ku berî vegera awareyan bo cih û warên xwe, seqamgîrî û asayiş û xizmetguzarî li deverên wan werin dabînkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de rewşa Krîstyanan bi giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, pêşveçûnên siyasî û siberoja proseya siyasî ya li Iraqê hatin axaftin û tekezî li çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê li ser bingeha destûra Iraqê hat kirin. Herdu aliyan li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku çareseriya leşkerî ji bo jinavbirina tundî û terorê ne bes e, divê ji aliyê fikrî û perwerdehî û kultûrî ve rêgirî li tundî û terorê were girtin.

Back to top button